Tûncel: Azadiya Ocalan siberoja gelên Tirkiyeyê ye
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel: Azadiya Ocalan siberoja gelên Tirkiyeyê ye. Lewma gefa niha tê xwarin, ne tenê li hemberî Ocalan e; xeterî li ser siberoja gelên Tirkiyeyê ye.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel: Azadiya Ocalan siberoja gelên Tirkiyeyê ye. Lewma gefa niha tê xwarin, ne tenê li hemberî Ocalan e; xeterî li ser siberoja gelên Tirkiyeyê ye.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel li mîtînga HDP'ê ya li Stenbolê axivî û diyar kir, hikûmetê li hemberî gelê Kurd, jinan û karkeran şer îlan kiriye, lewma aştî ne karê vê hikûmetê ye. Tûncel got, "Ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya Birêz Ocalan berpirsyariyên dikevin ser milê me hene. Azadiya Ocalan siberoja gelên Tirkiyeyê ye. Lewma gefa niha tê xwarin, ne tenê li hemberî Ocalan e; xeterî li ser siberoja gelên Tirkiyeyê ye."
Ji bo mîtînga HDP'ê ya bi şiyaera "Berxwedana demokratîk a li dijî darbeyê" ya li Stenbolê, bi deh hezaran kes li Bazara Gel a li Bakirkoyê li hev civiyan. Di mîtîngê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê destpê kir.
Serokê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Feremez Erkan ewilî axivî û got, "Pêşeng û lîderên gelê Kurd hene. Çareserî bi şer, bi hilweşandinê nabe. Çareserî li dora maseyê ye."
Piştre Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Aysel Guzel û Dogan Erbaş beşdarên mîtîngê silav kirin.
Erbaş her wiha "Şervanên Azadiyê" yên operasyonên rizgarkirina Reqqa û Minbicê dimeşînin jî silav kir û destnîşan kir, eger gel bi vî rengî li hev kom bibe, wê dewlet neçar bimîne bi Ocalan re rûnê.
'EM Ê GELÊ KURD AZAD BIKIN, TIRKIYEYÊ DEMOKRATÎK BIKIN'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel dûre mafê axaftinê wergirt û got, "Em îro li vir ji bo li dijî darbeyê demokrasiyê biparêzin. Silav ji her kesên îro li vir li hev civiyan e. Em ê bi we re têkoşîna demokrasiyê bi ser bixînin. Îro 5'ê Hezîranê ye. Beriya niha bi salekê, di mîtînga 'cîhaneke din pêkan e', du roj beriya hilbijartinê li Amedê bombe hatin teqandin. Em vê yekê weke bombeyek li hemberî demokrasiyê dibînin. Bi bombeyên di 5'ê Hezîranê de li hemberî demokrasiyê hatin teqandin re, Tirkiye ber bi pêvajoyeke nû ve hat dehfdan. Em hinekî bînin bîra xwe. Li Pirsûsê, li Enqereyê bi sedan hevrêyên me jiyana xwe ji dest dan. Çima? Ji ber daxwaza Tayyîp Erdogan a avakirina xanedanê. Li cîhanê, yên dixwazin dîktatoriya şexsekî ava bikin, bi ti awayî li ber mirina gelan nakevin. Lê emê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin.
Dibêjin ku çi bû, ji nişka ve çi bû ku şer destpê kir? Şer çima derbasî nava bajaran bû. Ji bo Kurd li parlamentê neyên temsîlkirin, ji bo alîgirên bindestan neyên temsîlkirin şer dan destpêkirin. Encamên hilbijartinê tine hesibandin û darbe pêk anîn. Ji hilbijartinên 1'ê Mijdarê û vir ve darbeyek li ser kar e. Em ê di demokrasî û azadiyê de bi israr bin. Hevserokê me yê giştî ji ber axaftinên xwe di girtîgehê de ye. Rêveberên me Sêvê Demîr û Mehmet Tûnç hatin kuştin. Em nizanin Hûrşît Kulter li ku ye. Ev kesên ku me navên wan bilêv kirin li ku ne? Dema ev li holê nebin gelo mirov dikare qala kîjan demokrasiyê bikin? Sedema şer desthilatdariya AKP'ê û Erdogan e. Em ê teqez azadiya gelê Kurd û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê.
Em li vir vê bangê dikin; ji bo birînên gelên me bên pêçan em bang li we dikin. Em tenê ji bo Nisêbîn, Gever, Şirnex û Cizîrê dirûşma berz nekin, em bibin alîkar. Divê neyê ji bîrkirin ku rûmeta gelê kurd li ser piyan e.
Hikûmeteke ku li hemberî gelê kurd şer dabe destpêkirin, hikûmeteke ku li hemberî jin û karkeran şer dabe destpêkirin gelo dikare aştiyê bîne vî welatî? Ji bo wê divê ev desthilatî biçe. Ji bo wê jî divê em li ber xwe bidin. Ji bo azadiya gelê kurd û azadiya Birêz Ocalan hin erk û wezîfe dikevin ser milên me. Azadiya Birêz Ocalan, rastiya gelên li Tirkiyeyê ye, siberoja gelên Tirkiyeyê di xetereyê de ye."