TUHAD FED: Ocalan dê aşitiyê bîne vî welatî

TUHAD FED: Ocalan dê aşitiyê bîne vî welatî

TUHAD-FED'ê bi boneya tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin daxuyanî da û bang li raya giştî kir ku, li dijî hikûmeta dîktator ya faşîst deng û bertekên xwe bilind bikin.

TUHAD FED'ê bi boneya tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku saleke didome şermezar bikin li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberên Komeleya Hemwelatiyên Azad ya Taxa Fatîhê, GOÇ DER'ê jî piştgirî dan civînê. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Serokê Şaxa TUHAD DER a Amedê Sirri Dogan û malbatên girtiyan jî di civînê de amade bûn.

Seroka Federasyonê Zubeyde Teker axaftinek kir û bibîrxist ku, ji bo tecrîda ku dikeve roja 365'emîn re her roj her roj bangewazî kirine. Teker wiha got: "Me bang li dilê ker, wîjdanên kor kir û xwestin li hemberî vê polîtîqayên komkujê dengê xwe bilind bikin. Ne mirin, ne zulim, ne zindan, nikare li pêş me bibe asteng. Em îşkence û zulma li ser Birêz Ocalan napejirînin. Em dê qet nepejirînin jî."

'AZADÎ DÊ BI BIRÊZ OCALAN PÊK BÊ'

Teker diyar kir ku, li ser înada kesên li hember 3 milyon daxwaznameyên di arşîvên meclîsê de hatine veşartin bêdengin, ew dê qêrîna xwe bidomînin û wiha got: "Em bi rêberê gelê xwe yê her roj lê her roj jiyanê ji nû ve afirandiye ve jiyîn û em dê pê re bijîn. Heke aştî were , demokrasî, azadî bê vî welatî dê bi Birêz Ocalan re were."

Teker ji bo xwedî derketina van kedan bang li hemû gelên li Tirkiyê kir û ev tişt gotin: "Werin em ji hikûmeta dîktator ya faşîst ku êşê ji me re weke qeder dibîne, devê xwe ji hêstirên çavên me re xwar dike, yê hiqûqê û rûmeta mirovahiyê binpê dike, rewatiya wê nemaye re bibêjin 'raweste'."

Ji malbatên girtiyan yên beşdarê civînê bûn, Fîkrîye Tanrikûlû, Zekeriya Taşli û M. Sîraç Ozturbaşi jî diyar kirin ku, gelê Kurd Ocalan weke vîna xwe hesibandiye, ji ber vê yekê tecrîta giran qebûl nakin û şermezar dikin.