TUHAD-FED: Divê têkilî bi Ocalan re bê danîn

Hevseroka TUHAD-FED'ê Bahar Oktay bal kişand ser tirs û fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest, tecrîd were rakirin û têkilî bi Ocalan re bê danîn.

Pişti hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, Rewşa Awarte hat ragihandin û bi vê yekê ve şert û mercên girtiyan xerabtir bûn. Her wiha gelek caran parêzeran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê hê destûr nehatiye dayîn ku parêzer biçin Îmraliyê û Ocalan bibînin. Ji ber bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê standin fikarên der barê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de zêde dibin. Navenda Giştî ya TUHAD-FED'ê li avahiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Bahar Oktay anî ziman ku piştî Rewşa Awarte hat ragihandin gelek girtî hatin sirgûnkirin û girtiyên tên sirgûnkirin îşkence li wan tê kirin.

Oktay destnîşan kir, ku piştî hewldana darbeyê û ragihandina Rewşa Awarte bi ti awayî nikarin agahiyê ji Ocalan bistînin û ev yek fikarên gel zêdetir dike. Oktay anî ziman, ev rewş li dijî zagon û hiqûqa navneteweyî ye. Oktay ragihand, piştî darbeyê desthilatdariya AKP'ê tecrîda li ser Ocalan girantir kiriye û bi ti awayî agahî jê nagirin. Oktay xwest, demek berî demekê heyet û parêzer biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin. Okta da zanîn, eger bi Ocalan re hevdîtin bê kirin wê destê siyaseta demokratîk bêtir xurt bibe û xwest êdî teqez û bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û ev fikara gel bê bidawîkirin. Oktay, herî dawî destnîşan kir ki ku tecrîd û qedexeya li Îmraliyê xizmetê ji aştiya li Tirkiyeyê re nake.