TUHAD-DER: Bila girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan

TUHAD-DER: Bila girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan

TUHAD-DER'a Mûşê xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan.

TUHAD-DER'a Mûşê, ji bo balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 300 rojin berdewam dike û girtiyên nexweş li ber Girtîgehan Tîpa E ya Mûşê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê TUHAD-DER'ê yê Mûşê Giyasettîn Kirtan, rêveberên komeleyê, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mûşê Fatîh Barutçu û rêveberên BDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Kirtan daxuyanî xwende û diyar kir ku 300 rojin tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Kirtan, anî ziman ku divê Ocalan serbest bê berdan û rewşa aştiyê bê afirandin.

Kirtan, da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi riyên diyalog û mûzakereyê dê çareser bibe û wiha got: "Em dixwazin şertên Birêz Ocalan yên azadiyê pêk bên. Li girtîgehan nêzî 248 girtiyên nexweş hene. Ev girtiyên me yên nexweş nayên darmankirin. Li gorî raporan girtî divê derve bên dermankirin. Lê bi awayeke keyfî dermankirina wan nayê kirin. Her roj operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin. Gumanên malbatan geleke. Em carek din hikûmetê li vir hişyar dikin. Em dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan, muzakere destpê bikin û operasyonên siyasî û leşker rawestin." Kirtan, bilêv kir ku 42 girtiyên hatin sînorê mirinê hene û divê demildest serbest bên berdan.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.