Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tûglûk, di çalakiya "Ji bo Roboskiyê Nobeta Edaletê" de diyar kir ku 6 meh derbas bûn, lê hêj kujer ronî nehatine diyarkirin û wiha got: "Ka polîtîkayên îmhayê bi dawî bûbûn?. Tûglûk diyar kir ku komkujiyên Roboskî û Riha parçeyên êrîşên bi plan in.
Şandeya ku di nav de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî hebû piştî çalakiya "Ji bo Roboskiyê Nobeta Edaletê" a bi dirûşima "Me Roboskî ji bîr nekir û em nadin ji bîr kirin" li Gundê Roboskiyê pêk anîn serê sibê daxuyanî dan çapmeniyê û piştre dest bi meşê kirin.
Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlementerên BDP'ê Halil Aksoy Esat Canan, nûnerên KESK, Genel-Îş, MEYA-DER, înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Goç-Der, TZPKurdî, TUHAD-DER, Komeleya Piştevaniya 78'an a Amedê TMMOB, ÎHD, nûnerên saziyên jinan û çandê, ESP, EMEP, şaredar û endamên meclîsên şaredariyan û malbatên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên 34 kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin hatin vekirin. Li ser navê komê Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tûglûk daxuyanî xwend.
Tûglûk, anî ziman ku di dîroka komarê de komkujiya herî mezin pêk hatiye û di ser komkujiyê de 6 meh derbas bûn, lê hêj kujer û berpirsiyar nehatine ronîkirin. Tûglûk, da zanîn ku 34 welatiyên sivîl ku jê 19 zarok bûn ji bo debara xwe bikin û têkoşîna jiyanê bikin, dema li ser sînor qaçaxçîtî dikirin ji aliyê balafirên şer ên F-16 ve hatin qetilkirin û perçekirin. Tûglûk, da zanîn ku ji ber vê komkujiye hêj êşa gelê kurd germ e û pir mezin e. Tûglûk, da zanîn ku li gel 6 meh di ser komkujiya 28'ê berfanbara 2011'an re derbas bûn, hêj ji bo ronîkirina bûyerê tu gav nehatine avêtin û ser komkujî tê nixumandin û wiha got: "Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin 'Ka polîtîkayên înkar û îmhayê bidawî bûbûn?Gelo nixumandina komkujiya Roboskiyê redkirina komkujiyê ne polîtîkaya înkarê ye? "
'6 MEH DERBAS BÛN, LÊ GAV NEHATIN AVÊTIN'
Tûglûk, da zanîn ku 6 meh di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj der barê komkujiyê de lêkolîn û lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Tûglûk, bi lev kir ku înkara komkujiyê û bervajîkirina komkujiyê dê rê li pêş komkujiyên nû vekin û wiha berdewam kir: "Şolîkirin û înkara komkujiyê Roboskiyê mirovan diqehirîne. Daxuyaniyên Serokwezîr, rayedarên hikûmetê, Wezîrê Navxweyî, Serfermandar di daxuyaniyên xwe de komkujiyê înkar dikin û dixwazin ser komkujiyê veşêrin. Di daxuyaniyan de birîn û êşên malbatên 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dikin xwîn dikin."
'DAXUYANIYA SEROKWEZÎR MIKURHATINA RASTIYÊ YE'
Tûglûk, di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku serokwezîr Erdogan, li xwe mikur hatiye û diyar kiriye ku wan komkujî pêk anîye. Tûglûk, bi bîr xist ku pişti komkujiyê Serokwezîr ji ber komkujiyê Serfermandar pîroz kiriye û wiha got: "Gelo ev çi derûnî û wîjdan e. Hem komujiyê pêk tînin û hem serfermandaran pîroz dikin. Hem lêborînê naxwazin û hem jî dixwazin bi tazmînatê ser komkujiyê bigirin. Dixwazin bi pereyan ser komkujiyê bigirin. Em ji we pereyan naxwazin. Em ji we ronîkirina komkujiyê dixwazin."
Tûglûk, destnîşan kir ku li ser komkujiya Roboskiyê rantê dixwin û xwest êdî bes li ser komkujiyê rantê bixwin û rast nêzî mijarê bibin û wiha pêde çû: "Rayedar 6 mehin dixwaze komkujiyê ji rojevê derxe. Ka polîtîkayên îmhayê bi dawî bûbûn? Em bang li Serokwezîr dikin û dixwazin berçavka rantê ji çavê xwe derxe û berçavka wîjdan têxe çavê xwe. Sernokwezîr, Wezîrê Navxweyî û Serfermandar pêşbirga înkarê dikin. Heta ku berpirsiyar ronî nebin dê komkujiyên nû berdewam bikin. Dixwazin mejiyan tev li hev bikin û mijarê şolî bikin. Şerê derûnî dimeşinin. Lê em vê yekê qebûl nakin û em dest ji doza komkujiyê bernadin. "
Tûglûk, bang li hikûmet û rayedaran kir û xwest êdî dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berdin û rastiyê aşkere bikin. Tûglûk, da zanîn ku ew hem di qada neteweyî û hem jî di qada navneteweyî de dest ji dozê bernadin û dê serî li hemû rêyên hiqûqî û zagonî bidin. Tûglûk bi bîr xist ku wana Komkujiya Roboskiyê biriye Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) û got; “Komkujiya Roboskiyê sucê mirovahiyê ye.” Tûglûk diyar kirku ew ê dest ji vê meseleyê bernedin û destnîşan kir ku komkujiyên Roboskî û Riha parçeyên êrîşên bi plan in.
'KESÊN LI HEMBERÎ NEHEQIYÊ RAWESTIN ŞEYTANÊ BÊ LAL E'
Tûglûk, bang li her kesî kir û xwest li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin. Tûglûk, destnîşan kir ku kesên li hemberî komkujiya Roboskiyê bêdeng bimînin şeytanê bê ziman in. Tûglûk, xwest her kes guhê xwe bide dengê wîjdanê xwe û dengê xwe bilind bikin. Tûglûk, daxuyand ku ew dê li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin, ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.