Tûglûk: Hewce be em dê hemû têkiliyên bi dewletê re qut bikin

Tûglûk: Hewce be em dê hemû têkiliyên bi dewletê re qut bikin

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk, pêkanînên duh li dijî gel û parlementeran pêk hat nirxand. Tûglûk, diyar kir ku ger hewce be em dê hemû têkiliyên xwe yên bi dewletê re qut bikin.

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, êrîşêp polîsan ên ku duh li Amedê li dijî gelê Amedê û Parlementerên BDP'ê pêk hatin şermezar kir û wiha got: "Hêz û tundiya bêsînor a dewlet û hikûmetê ya li hemberî welatiyan her ku diçe zêde dibe.

Tûglûk, anî ziman ku hikûmetê li Amedê rewşa OHAL'ê îlan kir û wiha got: "Dewletê li Amedê li hemberî gelê kurd şer îlan kir. Li Amedê hovîdî pêş xist. Bi çek û bombeyan êrîşî ser gel û parlementeran kir. Me xwest ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û Azadiya Brêz Ocalan vê mîtîngê pêk bînin. Dema mijar dibe Kurd hemû rê li pêş daxwazên gelê kurd ên demokratîk tên girtin. Li vî welatî mirov nikare doza mafê xwe yên demokratîk bike. Li dijî kurdan pêkanînên faşîzm tên meşandin. Bila Erdogan ji mere behsa demokrasiyê û mafên mirovan neke.

'EM DIKARIN XWE BIPARÊZIN'

Tûglûk, da zanîn ku gelê Kurd dê her tim ji bo mafê xwe yê demokratîk bedel dane û ji niha û şûnde jî dê ji bo mafê xwe yê rewa û demokratîk bedelan bide û wiha berdewam kir: "Li ser vê axê xwîna bi hezaran şoreşgeran heye. Li ser vê axê ne AKP gelê Kurdistanê mafê xwediyê axaftinê ye. Wekî 14'ê Tîrmehê çawa bi bedena xwe raperînek ava kirin gelê kurd niha jî xwest bi berxwedana xwe ji nûve dîrokê binivîse. Gelê kurd dê ji niha û şûnde jî bi vî ruhê têkoşina xwe berdewam bike. Êdî gelê kurd dikare xwe biparêze. Êdî pêdiviya me ji parastina wan tune. Gelê kurd ne bi tenê ye. Em gelê kurd tu carî bli tenê nahêlin. Em vê zilmê qebûl nakin.

‘SERHILDAN Û ÎSYAN REWA YE'

Tûglûk bang li her kesî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li hemû gelê Kurdistanê dikim. Êdî ji vê zilmê re bese. Êdî li dijî zilmê di ber xwe bidin. Li dijî vê bêrûmetî, bêhiqûqî û neheqiyê berxwedan û serhildan rewa ye. Divê hemû gelê kurdistanê serî hilde. Em kijanê ji bîr bikin kijanê ji bîr nekin. Em Roboskiyê ji bîr bikin? Tecawiza li dijî zarokên kurd ji bîr bikin? Kuştin û windakirina 17 hezar welatiyên Kurd ji bîr bikin? Em kijanê ji bîr bikin? Bila Erdogan baş zanibe ku dawiya vê rêyê Azadî ye. Gelê Kurd dê wan ji textê desthilatdariyê bixe xwar. Em dê li ser vê bingehê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin. Em destê xwe û devê xwe li ber tu kesî xwar nakin. Ger ku hewce be em dê hemû têkiliyên xwe bi vê dewletê re qut bikin. Em dibêjin êdî bese."