Tûglûk: Çareserî bê Ocalan û PKK’ê nabe

Tûglûk: Çareserî bê Ocalan û PKK’ê nabe

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Wanê Aysel Tûglûk piştî bûyerên 14’ê tîrmehê li Amedê qewimîn ji ANF’ê û got; “Me dê di mitînga xwe ya hate qedexekirin de tecrîda ne hiqûqî ya ku 354 roj in li ser Birêz Ocalan rûreş bikiriba.” Tûglûk diyar kir; “Bê Ocalan û bê PKK’ê çareserî nabe” û divê Ocalan bi nasnameya rêbertiyê were nasîn û muxatab bê dîtin.”

KCD û BDP’ê bi boneya bîranîna berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982 li Zîndana Amedê pêk hat û ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwestin mitîngeke mezin li Amedê li dar bixin, lê ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat astengkirin. Li hemberî vê qedexeyê jî bi hezaran Kurd daketin qadan û çalakî li dar xistin. Polîsên Tirk li hemberî berxwedana gel teror meşandin, di encamê de tevî 3 parlementerên Kurd bi dehan kes birîndar bûn û nêzî 100 kesî hatin binçavkirin. Gelo pyema BDP û KCD’ê ya li hemberî vê yekê çi ye?

ÇARESERÎ Û NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ OCALAN

Hevserokê KCD’ê di daxuyaniya da ANF’ê de û got; “Me dê di mitînga xwe ya hate qedexekirin de tecrîda ne hiqûqî ya ku 354 roj in li ser Birêz Ocalan rûreş bikiriba. Me dê destnîşan bikiriba ku çareseriya pirsgirêka Kurd û nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan bi hev ve girêdayî ne” û destnîşan kir ku dê peyamên ku dê bihata dayîn xizmeta aşitiyê bikiriban.

Tûglûk diyar kir ku Ocalan ne kesek ji rêzê ye û got; “Kesek wisa ye ku bi milyonan dibêjin ‘rêberê min e‘. Divê Ocalan bi nasnameya rêbertiyê were nasîn û muxatab bê dîtin.

BERXWEDAN DÊ BIDOME

Tûglûk destnîşan kir ku mîtînga 14’ê Tîrmehê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan tenê parçeyek bû û got ku berxwedan dê bidome. Tûlgûk û wiha domand; “Dewlet Birêz Ocalan naxwaze, em sedema vê yekê baş dizanin. Ocalan ne rêberê gelê Kurd tenê ye, bi têkoşîna xwe ve nuneriya hemû bindestan dike. Birêz Ocalan ji sîstema mêtîngeriya navneteweyî re jî gotiye raweste.”

Tûglûk bal kişand ku pirsgirêka Kurd bê Ocalan çareser nabe û got ku gelê Kurd bi tu awayî çareseriyeke wiha naxwaze.

Tûglûk wiha axivî; “Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser aşitiyê ye. Ji ber vê jî gelê Kurd, dibêje ku tecîrîda li ser Ocalan pêk tê, li ser min pêk tê. Tenduristiya Ocalan tenduristiya min e, azadiya ocalan azadiya min e. Şer bi kê rê tê kirin, divê ew muxatab bê dîtin. Li vir muxataf birêz Ocaln e. Ger Birêz Ocalan û PKK li derveyê pêvajoyê bê hiştin, pirsgirêk çareser nabe.”