Tûglûk: Birêz Ocalan û PKK’e aştiyê dixwazin

Tûglûk: Birêz Ocalan û PKK’e aştiyê dixwazin

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk di pîrozbahiya 15'ê Tebaxê ya li Bajaroka Sixkê ya Wanê pêk hat de axivî û bibîrxist ku zêdeyî salekê ye li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda giran tê meşandin û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hewildanên pir bêhempa da. Lê desthiladarê li dijberê me dev ji nêrînên xwe yên nijatperestî berneda."

28'êmîn salvegera 15'ê Tebaxê sala 1984'an ku PKK'ê dest bi têkoşîna çekdarî kirî ye, li Bajaroka Sixkê ya Wanê û Navçeya Gever ya Colemêrgê bi beşdariya hezaran kesî ve hate pîroz kirin. Bi hezaran hemwelatî ku li mewkiya Pira Hesin ya Taxa Şafakê li hev civiyan, 15'ê Tebaxê bi fişekên hewayî û meşaleyan pîroz kir. Di nava wan de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlementerên BDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Halîl Aksoy, Nazmî Gur, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Seroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mîhrîban Şah, Cigirê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Bajaroka Sixkeyê Nezahat Erguneş jî hebûn nûnerên gelek saziyên sivîl beşdarê pîrozbahiyê bûn.

Meşa ku ji mewkiya Pira Hesin destpê kir, heta konê sersaxiyê ku ji bo gêrîla Aysel Bartû (Aysel Dijwar) ya ku di encama pêvçûna di 15'ê sibata 2012'an de li herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû hatiye vekirin, dawî bû. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin û bê navber dirûşmeyên weke "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire" hate avêtin.

Di serdana sersaxiyê de xwişka gêrîla Aysel Turkan Bartû, bi tepsiya hineyê ya girseyê pêşwazî kir. Di konê sersaxiyê de demên bi hîstiyar pêk hat. Kişanak û Tûglûk bi dê û bavê gêrîla Aysel re eleqedar bûn. Piştî xwendina duayan deqeyek rêz hate girtin. Pişt re Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk axaftinek kir û diyar kir ku, êdî gelê Kurd aştiyê dixwaze. Tûglûk da zanîn ku, hêstirên çavan û êş çareseriyê nayine. Tûglûk destnîşan kir ku, ev neçareseriyê kûrtir dike.

'BIRÊZ OCALAN JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊ HEWLA BÊHEMPA DA'

Tûglûk got: "Em hemû şehîdên şoreşê yên me gihajtine vî rojê, di meşa azadiyê de xwîna xwe, canê xwe kirin mertal ji me re bi rêzdarî bibîr tînin." Tûglûk di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku, ji bo gelê Kurd bigihije îro gelek berdel û kedên mezin da ye. Tûglûk bal kişand ku, êdî kes nikare bibêje "Kurd tune ne". Tûglûk ev tişt gotin:

"Bi saya vê têkoşîna bi rûmet û berdelên mezin ji rastiya gelekî zimanê wê qedexeye, rastiya gelekî ku bi azadiyê ve dimeşe ava bû." Tûglûk bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hewleke bêhempa da. Lê desthiladara li dijberê me dev ji nêrînên xwe yên nijatperestî berneda. Şûna destê aştiyê ya hatî dirêjkirin bigire, polîtîkaya şer, kûştin, îmha û tunehesibandinê meşand. Tekane riya ji bo vê mejiyê berteraf bike ew e zêdetir têkoşîn û zêdetirîn yekîtî pêwîste."

'BIRÊZ OCALAN Û PKK AŞTIYÊ DIXWAZE'

Tûglûk derbarê mijara ragirtina Parlementerê CHP'ê Huseyîn Aygun ya ji hêla gêrîlayên HPG'ê ve nêrîna xwe anî ziman. Tûglûk ev tişt gotin: "Huseyîn Aygun dema serbest hate berdan, di daxuyaniya xwe de ragihand ku, ‘yên serê çiyan aştiyê dixwazin, dixwazin xwîna dirije bê rawestandin û xwestin ku şer bê rawestandin’. Bi salane ew kesên ji bo mirovên têkoşîna azadiya gelê Kurd dimeşîn in re peyva 'terorîst', 'Cûdakar' bikar tanîn, careke din jî piştî daxuyaniyên gerîlayan têk çûn. Kurd têkoşîna demokrasiya kurd, birêz Ocalan û PKK aştiyê dixwazin."

Piştî axaftina Tûglûk bavê gêrîla Aysel Yûsûf Bartû jî ji ber wan tenê bernedane ji her kesî re spas kir. Bavê gêrîla Aysel got: "Keça min ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelê Kurd şehîd ket. Em dixwazin Kurd hemû bi rêxistinkirî têkoşînê bimeşîn.

LI GEVERÊ PÎROZAHÎ

Duh êvarê ji bo pîrozkirina 15'ê Tebaxê li ber Otela Oslo ya Navçeya Gever ya Colemêrgê jî bi sedan kes li hev civiyan. Girse li ber def û zirnê di navenda sûkê de dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên weke "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Serhildan", "Tolhildan", "Bimire AKP" hatin avêtin. Girseya ku heta kolana ber Girtîgehê meşiyan, li vir li ber def û zirneyê govend gerandin. Pîrozbahiya ku fişekên hewayî hatin avêtin heta derengê şevê dom kir.