Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, têkildarî geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê pêk tên axivî û wiha got: "Em raperîna li Sûriyeyê ji bo hemû gelan geşedanên wekhevî, azadî û bi hev re jiyaneke biratî pêk tên silav dikin. Ji bo yekîtiya neteweya Kurd li hemû parçeyan pêk bê dê bibe gaveke girîng. Kurdên Sûriyeyê ji bo demokrasiya radîkal rêxistin bikin di qada siyasî de dibin xwedî maf."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk têkildarî geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê û kurdên ji bo ewlehiya xwe rêveberî desteser kirin daxuyaniyeke nivîskî da. Tûglûk diyar kir ku, li Rojhilata Navîn geşedanên dîrokî pêktên. Tûglûk anî ziman ku, raperîna di sala 2010'an de li Tunusê destpê kir li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûn û wiha got:
"Daxwaza gelan a demokratîkbûnê û guherînê Nemrut û Fîrewnên serdema me têk birin. Piştî Tunus, Misir, Bahreyn, Yemen û Lîbyayê sal û nîvîn li Sûriyeyê jî heman geşedan pêk tên. Weke sedsal berê dîsa geşedanên dîrokî li Rojhilata Navîn pêk tên. Erdnîgariya Rojhilata Navîn careke din teşe digire. Raperîna weke bihara gelan tê bi navkirin Sûriyeyê jî diguherîne. Di vê pêvajoyê de di 19-22'yê tîrmehê de li bajarên Kobanî, Efrîn, Dêrîka Hemko û Amûde yên Rojavayê Kurdistanê kurdanrêveberiyên demokratîk xistin jiyanê. Em raperîna şoreşger ya bi şîara bi hemû gelên Sûriyeyê re di nava azadi û demokrasiyê de bijîn pêk hat silav dikin."
'JI AKP Û ERDOGAN RE DERBAZBÛYÎ BIBE'
Tûglûk da zanîn ku, di serî de hikûmeta AKP'ê ji bo kurdên Sûriyeyê tu mafan qezence nekirin di nav hewildanan de ye û wiha axivî: "Bi erebên sunnî re têkilî avakirin. Muxelîfên Sûriyeyê li dijî kurdan ajîte kirin. Lê ev polîtîka negirtin. Kurd dê berê xwe bidin çareyan. 3 salin bi partiyên din li hev hatin. Xweseriya kurdan ya Sûriyeyê di serî de Tirkiyeye divê hemû kes binase. Ji bo rêvebirina wi kurd dê biryarê bidin. Kurd êdî di aliyê yekîtiyê de ser dikevin. Yekîtiya kurdan a Sûriyeyê dê yekîtiya hemû kurdên din lez bixe. Ji AKP û Erdogan re derbazbûyî be." Tûglûk têkildarî mijarê de wiha vegot: "Mixabin ne çapemeniya tirk û rayedarên dewletê geşedanên li Kurdistana Sûriyeyê pêk tên rast maf nakirin. Dema ku mijar dibe kurd dîsa di polê de dimînin."
'KURDÊN SÛRÎ JI BO DEMOKRASIYÊ BI RÊXISTIN Û SAZÎ BIKIN TÊDIKOŞIN'
Tûglûk da zanîn ku, li herêmê agahiyên şaş û qirêj tên belav kirin û wiha got: "Geşedarên li wir pêk tên ne wekî ku wezîrên Tirkiyeyê dibêjine. Dijberî vê yekê gelê Sûrî ji bo demokrasî û aştîyê bikok bike sazî û rêxistinên xwe ava dikin. Geşedanên li Sûriyê şoreşa siyasî ye. Gel êdî li dijî pergala diktatoriyê dixwaze xwe bi xwe birêv bibe. Tevgera Kurd li Sûriyeyê bingehê Xweseriya Demokratîk ava kiriye û li wir Tevgera Gelê Kurd bi hêz û xurt e. Gelê kurd li mafê xwe xwedî derdikeve û ev mafê wî yê demokratîk û rewa ye.
'DIVÊ GEŞEDANÊN LI SÛRIYÊ RAST BÊN XWENDIN'
Tûglûk xwest geşedanên li Sûriyeyê û daxwazên kurdan baş û rast bên xwendin û wiha got: "Bila her kes baş zanibe ku hewldanên Esad ne hewldanên azadiyê ne û ne jî hewldanên parastina mafanin. Dewlet geşedanên li Sûriyê rast naxwîne. Nêzî salekê li ser Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan tecrîd heye. Dixwestin bi vê tecrîdê rê li pêşiya geşedanên li Sûriyeyê bigire. Lê hatde dîtin ku hesapê Tirkiyeyê li hev nehat. Hate dîtin ku tu hêz nikare xwe li ber daxwazên demokrasiyê bigire. Divê di zûtirîn demê de tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û li şûna wê muzakere û diyalog dest pê bikin.
Tûglûk xwest her kes piştgirî û hurmetê nîşanî mafê kurdên Sûriyeyê bide û rêzê bigirin.