Wezîrên Tirk ên “bi eslê xwe Kurd”, li Colemêrgê li rastî protestoya daxistina derabeyan hatin pêşwazîkirin. Eker û Şîmşek gotin; “Ez jî Kurd im” û îdîa kirin ku gel ji ber zextan derabeyên dikanên xwe girtine. Eker û Şîmşek ên ku qet behsa Komkujiya Roboskiyê nekirin, her roj Kurdên li çiya û deştan tên qetilkirin neanîn bîra xwe gotin; “Me dawî li zextan anî” û heqaret li BDP’ê kirin.
Wezîrên Tirk ên bi “eslê xwe Kurd” Mehdî Eker û Mehmet Şîmşek û Wezîrê Geşedanê yê Tirk Cevdet Yilmaz ji bo beşdarî kongreya AKP’ê ya Colemêrgê bibin, hatin Colemêrgê û bi protestoyan re rû bi rû man. Tu kesek neçûn pêşwaziya wan, her dikan û kargehên li bajar hatin girtin. Piştî ku dîtin salona kongreyê vala ye, çûn ji bajaroka Robarok a navçeya Şemizînanê cerdevan anîn.
Kongre di bin ewlekariyeke mezin a polîsan de pêk hat û pêşî Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek axivî û got ku ew jî Kurd e. Şîmşek got; “Ji ber ku em hatin vir, bi zorê derabeyan bi esnafan dan gitin. Îro hevalên min ji karên wan kirin. Evane li xema azadiyê ne. Ger feraseta wan a ‘demokrasiya pêşketî’ hebûya, wisa nedikirin."
Şîmşek BDP’ê destnîşan kir û got; “Dubendî dixwin navbera gel û miletê me” û ev heqaret li BDP’ê kir; “Em wana bi helwesta wan a faşîzan li her derê dibînin.”
Wezîrê “bi eslê xwe Kurd” Şîmşek bombebarana her roj li Kurdistanê pêk tê, komkujî, şewitandina daristanên Kurdistanê ji nedîtî ve hat got; “Ez di sala 1980’yan de ji Êlihê veqetiyam. Wê demê çiqas dar li wê derê bûn, îro jî ewqas in. Evane ji keskatiyê jî hez nakin. Tu derdek ê wan ê wiha tune ye.” Şîmşek bendava Ilisû ya ser navçeya dîrokî Heskîfa Êlihê ji aliyê hikûmeta wî ve tê avakirin ji nedîtî ve hat.
Wezîrê Geşedanê Cevdet Yilmaz jî ji bîr kir ku 8 hezar endam û rêveberên BDP’ê ji aliyê hikûmeta wî ve hatine gitin û got; "Mafê tu kesê nîne ku zextan li gel bikin." Wezîrê Xûrek, Ajalvanî û Çandiniyê jî got ku ew jî Kurd e û got; “Partiya me bi awayeke wekhev nêzî her kesê dibe.” Eker ku qet behsa Romkujiya Roboskiyê nekir got; "Em xeletiyên berê hatin kirin sererast dikin. Em birînan dipêçin. Em êdî destûr nadin bûyerên berê qewimîn."
Piştî dengdana di kongreyê de ji 412 delegeyan, Serokê berê yê AKP’ya Colemêrgê A. Mecît Tarhan 237 deng wergirt û bû serokê AKP’ya Colemêrgê.
Piştî kongreyê, wezîrên AKP’ê bi lez û bez bi helîkopterê ji bajêr veqetiyan.