‘Tu gorên windayan nînin xizmên windayan ziyaret bikin’

‘Tu gorên windayan nînin xizmên windayan ziyaret bikin’

Serokê şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî di çalakiya xizmên windayan de axivî û diyar kir ku, di cejnan de mirov gorên kesên jiyana xwe ji dest dan ziyaret dikin û wiha got: "Lê tu gorên windayan jî nînin xizmên wan serdana wan bikin. Ev hikumet jî weke hikumetên borî naxwaze windayan derbixe holê."

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya heftane ya hefteya 184'an li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Li gel rêveberên ÎHD'ê, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, KESK û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axîvî û anî ziman ku, di cejnan de mirov diçin goran ziyaret dikin û wiha axivî: "Lê mixabin tu gorên windayan jî ninin xizmên windayan ziyaret bikin.

‘ÊDÎ KÎ DÊ ME JI POLÎSAN BIPARÊZE’

Bi salane ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin em têkoşînê didin. Lê heta niha me tu encam bi dest nexist." Bîlîcî da zanîn ku, hikumeta AKP'ê jî weke hikumetên borî ji bo dîtina windayan tu tişt nekirin û kiryarên dewletê veşartin û bûyer veşartin. Bîlîcî bilêv kir ku, di rojên dawî de li Tirkiyeyê polîs li hemberî welatiyan tundî û înfazên bê dadî pêktîne û wiha pê de çû:

"Li vî welatî em hatin asta êdî dê kê me ji polîsan biparêze. Berê bûyerên kiriyar nediyar û cînayetên bê dadî dihatin kirin. Di vê serdemê de polîs li hemberî bûyerên civakî şîdeta bihêz bikartîne, kî li mafê xwe biger û xwe biparêze rastî şîdeta polîsan tê û jiyana xwe ji dest dide. Gelek kes seqet dimînin û gelek kes tên kuştin. Mirov teslîm jî dibin tên kuştin direvin jî tên kuştin. Bi her awayî tên kuştin." Bîlîcî destnîşan kir ku, hêzên ewlehî bi tena serê xwe van cînayetan nakin hêz xwe ji vîna li pişt xwe digirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heke îşkencekar bibe alîkarê midûrê polîsan û Serokwezîr heta walî hemû kes li pişt wî kesî rawest pêkanînên polîsan ên keyfî her tim berdewam bikin."

ÇÎROKA 6 GUNDIYÊN LI BASA HATIN WINDAKIRIN HATE VEGOTIN

Pişt re Endama Komîsyona Cînayetên kiryar nediyar û Windayan ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Necîbe Guneş Perînçek çîroka gundiyên bi navê Bahrî Esenboga, Ahmet Ozdemîr, Fîkrî Şen, Ahmet Ozer, Îlhan Bakî û Abdurrahman Bîrlîk ên ku di 13'yê tebaxa 1994'an li gundê Findik yê navçeya Basa ya Şirnexê hatin binçavkirin vegot. Perînçek anî ziman ku, leşkeran bi ser gund de girt û 6 gundiyê navê wan derbas dibin û Mehmet Dayan binçavkirin.

Perînçek, da zanîn ku leşkerên hatin gund serheng Hasan Nefes, Serheng Burhan Namik û Serbaz Mustafa Pehlîvan bûn. Perînçek bilêv kir ku, malbatên 6 kesên leşkeran birin ji bo aqubeta wan hînbibin çûn yekîneya leşkeriyê û wiha got: "Piştî tu agahî nedan malbatan, malbat çûn cem Sercerdevan Bahattîn Aktug. Sercerdevan ji malbatan re got, 'Selahattîn Paşa dê bi helîkopterê hatiba. Heke hatibe û gihiştibe kesên hatin binçavkirin dê teqez wan kesan bikuje. Heke bi helîkoptera lastîkî bê ez dê wan xelas bikim. Lê heke bi helîkoptera hesin bê dibe ku wan bikuje. Tiştê ez bikim tuneye. Heke hêj Selahattîn Paşa nehatî ez bigihijim wan ez dê xelas bikim. Li benda agahiya min bin.' ji bo biçe yekîneya leşkeriyê ji malê veqetiyan."

Perînçek destnîşan kir ku sercerdevan li malbatan geriyan û ji wan re got gundiyên hatin girtin di destê leşkeriyê de nînin û wiha pê de çû: "Lê piştî 35 rojan ji kesên hatin binçavkirin Mehmet Dayan serbest hate berdan. Mehmet Dayan got,'Em hemû bi hev re hatin binçavkirin. Îşkenceyên giran li me kirin. Çavên hemûyan girêdayîbûn. Piştî çend rojan ez serbest berdan. Ez nizanim çi li yên din kirin.' Mehmet Dayan ji ber zordariya leşkeran gund terkir û li Kayseriyê bi cih bû. Lê tu agahî ji 6 gundiyên din nehate girtin."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.