Topbarana li hemberî bê navber Sûrê dewam dike

Hêzên dewleta Tirk bê navber bombeyan li Sûrê dibarînin. Danê sibehê 3 teqînên mezin rû dan.

Li navçeya Amed Sûrê ku tevî dorpêçkirin û êrîşan, li hemberî taxên ku di nav de zarok, dergûş û jin jî tê de nêzî 200 sivîlên lê dimînin, ji aliyê hêzên dewletê ve bi topan bombebaran didome. Bombebarana ku duh bi şev destpê kir, danê sibehê dijwar bû. Li taxên ku bi tankan tên bembebarankirin, 3 teqînên dijwar pêk hatin. 

Li gel hemû hewldanên ji bo wehşeta li Cizîrê li Sûrê pêk neyê, hêzên dewletê êrîşên xwe didomînin. 

Her wiha sewqiyata leşkerî ya bo navçeyê didome û li hemû deriyên li pêşiya navçeyê nuqteyên GBT'yê yên polîsan hene û li van nuqteyan lêgerîn û venêrîna nasnameyan didome. 

Li gel van agahiyan, malbatên ji Sûrê yên bi darê zorê û çekan hatibûn derxistin, vegerîna wan a navçeyê didome.