'Tirkiye bi agir dilîze'

Meclîsa Êzidiyên li Dîasporayê diyar kir kir ku dewleta Tirk bi bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê re wê ti carî bi ser nekeve û destnîşan kir ku 'Tirkiye bi agirî dilîze.'

Meclîsa Êzidiyên li Dîasporayê der barê êrîşkariya dewleta Tirk a demên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir kir ku dewleta Tirk bi bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê re wê ti carî bi ser nekeve. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Tirk bi zext û gefan re nikare bigihêje ti cihî û hat gotin, "Eger dewleta Tirk bi rastî jî welatparêz be û ji gelê Tirkiyeyê hez dike, divê zanibe ku bombekirin û sedegirtina malan zerarê dide tevahiya gelê Tirkieyyê. Pêwîste dewleta Tirk bi nûnerên gelê Kurd re diyalogê deyne. Û bi awayekî durust, bêyî xapandinê dest bi pêvajoya çareseriyê bike."

'ERDOGAN JI NAVÊ GELÊ KURD HEZ NAKE'

Meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Erdogan, ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ti mafî bi dest nexe ya ji dest tê dike û got, "Roja ku Kurdên li Rojava xweseriya xwe îlan kirin, Erdogan û ekîba wî aşkera kirin ku ew ê qebûl nekin li Rojava ti tevgereke Kurd hebe. Ji bo vê yekê timî îdîa kir ku PYD rêxistineke terorîst e û ew ê li hemberî 'terora PYD'ê' bêdeng nemînin. Û rê da DAIŞ'ê ku karibe bi rehetî di ser Tirkiyeyê re derbasî Rojava bibe. Weke hat belgekirin, bi TIR'an çek ji DAIŞ'ê re şandin. Li nava Tirkiyeyê DAIŞ perwerde dibûû ev aşkera hat kirin.

'HÊZÊN KOALÎSYONÊ TIRKIYE NEÇAR HIŞT KU JI DAIŞ'Ê RE BIBÊJE TERORÎST E'

Dema Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hêzên koalîsyonê gotin 'li hemberî rêxistina DAIŞ'ê yê kare li ber xwe bide û pişta DAIŞ'ê bişikîne PYD ye' hêzên koalîsyonê bi PYD'ê re ketin nava têkiliyê û li dijî DAIŞ'ê bi balafian cihên DAIŞ'ê bombebaran kirin. PYD'ê li erdê têkoşîneke mezin meşand, cihên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin dagirkirin yek bi yek rizgar kir. Dema Til Ebyad (Girê Spî) di destê DAIŞ'ê de bû, navbera wan xweş bû. Roj hat YPG'ê Til Ebyad azad kir. Tirkiye dîn û har bû, gefên xwe zêde kir û her rojê got em vê qebûl nakin. Ew dewleta li derveyî sînorê xwe jî ji Kurdan re mafê jiyanê qebûl nake, wê ji Kurdê li nava xwe re çawa maf nas bike. Kurdan ev yek baş dîtin û ji ber van sedeman di hilbijartinê de gelê Kurd bi dengê xwe Erdogan û partiya wî mehkûm kirin. Ew hilbijartin bû kîn û qehr ket dilê Erdogan. Ji ber vê ye bi kîn êrîş dike û heyfê hiltîne."

'MECLÎSA ÊZIDIYÊN LI DÎASPORA ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ ŞERMEZAR DIKE'

Meclîsa Êzidiyên li Dîasporayê êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li hemberî gelê Kurd şermezar kir û xwest li her qadê berxwedan bê mezinkirin. meclîsê got, "Ji ber ku dewleta Tirk a barbar dijminê mirovahiyê ye. Bêdengî mirin û teslîmiyet e. Serhildan ronahî û azadî ye. Em bang li hemû kesayet û dewletên alîgirê mafên mirovan dikin, ku li hemberî vê hovîtiyê derkevin û helwestê nîşan bidin."