Tirkiye bi agir dilîze
24’ê Tebaxê dewlat Tirk Cerablûs dagir kir. Her çiqas hincet DAIŞ be jî hemû dinya bi têkiliya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de dizane û dizane ku ev helme ji bo pêşiya hêzên QSD’ê bigire, hatiye kirin.
24’ê Tebaxê dewlat Tirk Cerablûs dagir kir. Her çiqas hincet DAIŞ be jî hemû dinya bi têkiliya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de dizane û dizane ku ev helme ji bo pêşiya hêzên QSD’ê bigire, hatiye kirin.
24’ê Tebaxê dewlat Tirk Cerablûs dagir kir. Her çiqas hincet DAIŞ be jî hemû dinya bi têkiliya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de dizane û dizane ku ev helme ji bo pêşiya hêzên QSD’ê bigire, hatiye kirin.
Teqez e ku ev operasyon di encama hin bazarên bi Rûsya, Sûriye û Îranê re hatine kirin û bi erêkirina Amerîkayê pêk hatiye. Helbet mesele ev e lê gelo çi bû ku Rûsya, Îran û Sûriye tevî Amerîkayê ev operasyon erê kir. Bi van plansaziyan gelo dikare pêşî li yekbûna kantonên Efrîn û Kobanê bigire. Dema ku em li bersiva van pirsan dinêrin em dibînin ku Tirkiye bi vê hewldana xwe agirê ku li Sûriyeyê pê xistiye dixwaze gurtir bike lê wisa xuya ye ku ew ê xwe jî bişewitîne.
KEMBERA EREBÎ
Cerablûs, di navbera kantonên Efrîn û Kobanê û navçeya Karkamişa Dîloka bakurê Kurdisyanê ye. Di sala 2012’an de ev bajarok ket destê cîhanîstan û di sala 2013’an de jî DAIŞ’ê ev bajarok xist bin kontorla xwe. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokartîk Minbic rizgar kirin, ji bo rizgarkirinê çavên xwe kutan ser Cerablûs û Babê jî. Çete piştî ku baregeha wan a herî sereke Minbic hat rizgarkirin li Cerablûs û Babê xwe tehkîm kirin. Hema piştî rizgarkirina Minbicê û îlana Meclîsa Leşkerî ya Babê îşaret pê dikir ku ew ê Cerablûs û Bab jî ji destên çeteyan bên rizgarkirin û bi vî awayî nexşeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê temam bibe. Bi vê yekê wê kembera erebî ya li ser înkara kurdan hatibû avakirin jî dê bihata pûçkirin û kembera demokrasiyê bihata pêşxistin.
FOBIYA DER BARÊ KURDAN DE
Piştî rizgarkirina Minbicê şerê Hesekê hat rojevê. Vî şerî destnîşan kir ku ji têkçûna DAIŞ’ê ne bi tenê dewlat tirk di heman demê de Rejîma Esad û Îran jî nerazî ne. Dewlata Tirk berovajiyê Îran û Rejîma Esad serkêşiya bloka sunî dikir. Li gel vê rastiyê nexwe hedef çima Tirkiyeya bi awayekî vekirî komên çete xwedî dike û li hemberî rejîmê dide şerkirin û DAIŞ nîn in berevajiyê wê çima hêzên demokratîk in. Ji ber ku hedefa hêzên demokratîk li Sûriyeyê ne îktîdar lê demokrasî û xwerêveberiya gel e.
Hêzên îktîdarparêz dem bi dem pev diçin û dem bi dem jî li hev tên; li hin deveran şer jî bikin dîsa jî li hev tên. Lê dema ku gel were asta xwebirêvebirinê ti dewlet û bloka hêzê nikare wê têk bibe. Şoreşa Rojava îsbata vê yekê ye. Ev her sê dewletên ku di nav xwe de xwedî pirsgirêka kurd in gelek caran di konsepta dij kurd de hatine cem hev û ji bo domandina netewe dewletê bi hev re hewl dane ku kurdan bipelçiqînin. Lê li gel van hemû êrîşan jî kurdan hem xwe parastine û hem jî bûne hêviya gelê herêmê. Ji ber vê yekê desthilatdar ev yek ji bo xwe wekî xeter dibînin.
ŞERÊ HESEKÊ
Di şerê Hesekê de hat dîtin ku hêzên statukoparzê li gel hemû qelsî û jariya xwe jî dîsa di konsepta dij kurd de bi hev re tevdigerin. Hat fêhmkirin ku hevdîtinên Tirkiyeyê yên piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê yên bi Israîl, Rûsya, Esad Îran û Amerîkayê re jî heta radeyekê encam bi dest xistine. Li Hesekê hat dîtin ku hêza li qadê şer dike Îran e. Rejîm jî di dîroka Şoreşa Rojava de cara yekem e balafirên şer jî bi kar anî. Dîsa bêyî wesayeta Rûsyayê rakirina balafiran helbet ne pêkan e. Dîsa daxuyaniya rêveberiya xweseriya demokratîk jî îşaret bi vê tifaqa qirêj kir. Di heman deman de Alîkarê Musteşarê MÎT’ê jî li Şamê hin hevdîtinan kiribû. Bêdengmayîna Amerîkayê ya di vê pêvajoyê de jî vê konseptê têra xwe teşhîr dike.
AKP DAIŞ E
Di dema şerê Hesekê de li Dîloka ku cîranê Cerablûs û Efrînê ye di daweteke kurdan de li ser navê DAIŞ’ê êrîşeke xwînê hat kirin. Hikûmeta AKP/DAIŞ’ê bi vê êrîşê bi şer bersiv da deklarasyona KCK’ê hem jî ev yek ji bo dagirkirina Cerablûsê ji bo xwe wekî amûr jî bi kar anî. Roja ku şerê Hesekê bi agirbestê bi encam bû Meclîsa Leşker ya Cerablûsê hat ragihadin û piştî bi saetan fermandarê wê Ebdulsettar El Cadir ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin. Heman şevê Tirkiye ket Cerablûsê. Tevî ku ev rastî bi tevahî ji xwe tên zanîn jî heta ku Rûsya erê nekira Tirkiye wê nekaribûya bikeve Cerablûsê.
PEYMANA EDENEYÊ
Ew ê ev hevsengiya di navbera hêzên navneteweyê de hêj çiqas dewam bike nayê zanîn lê rewş dişibe serdema îmzekirina Peymana Edeneyê ya di sala 1998’an de ku hêzên statukoparzê pê Rêberê Gelê Kurd ji Sûriyeyê derxist û pê starta Komploya Navneteweyî da. Di vê dema hanê de her çiqas pozîsyona Rûsya û Amerîkayê her çiqas neşibe wê demê jî dîsa ev her du hêz di nav vê rewşê de ne. Bi taybetî jî rola PDK’ê ya di vê demê de ji wê demê ne cudatir e. Lê divê neyê jibirkirin ku gelê kurd û gelên herêm, êdî ji demên berê xurtir û birêxistin in. Li Sûriye û Iraqê tekane qeweta ku DAIŞ’ê paşve dixe Kurd in. Her çiqas Tirkiyeyê Cerablûs dagir kiribe jî wê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku YPG û YPJ jî di nav de cih digirin ew ê teqez Babê rizgar bikin û her du kantonan bikin yek.
WÊ TIRKIYE JI SÛRIYEYÊ XERABTIR BIBE
Li aliyê din nêzîkatiya dewleta tirk a ji bo pirsgirêka kurd ew ê berxwedan û têkoşîna kurdan jî ji demên berî muazamtir bi pêş ve bixe. Ev nêzîkatiyên niha dibe ku Tirkiyeyê ji pêvajoya 15’ê Tîrmehê xerabtir li darbeyekê biqewimîne. Tifaqên ku îro herêmî hatine pêşxistin dema ku mirov li têkoşîna din av Rûsya û Amerîkayê yên li ser hegemonyayê li ber çavan bên girtin ew ê zêde ne domdar bin. Di rewşeke wiha de li cihê ku em li benda Amerîka û Rûsyayê bin divê hêzên demokratîk ên gelên Tirkiye û Sûriyeyê bikevin dewrê. Bi van polîtîkayan ne berxwedana kurdan û ne jî Şoreşa Rojava nikare were têkbirin. Ev encax Tirkiyeyê zêdetir bişibîne Sûriyeyê.