Tirkiye 2 deriyên sînor yên nû li Başûrê Kurdistanê vedike

Tirkiye 2 deriyên sînor yên nû li Başûrê Kurdistanê vedike

Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê hate zanîn ku wê deriyê sînor yên nû di navbera herêma Kurdistan û Tirkiyê de bêne vekirin. Bi boneya veguhestina petrola xam ya heremê ji bo Tirkiyeyê jî peymanên nû hatin nîqaşkirin.

Pîştî hevdîtinên xwe yên li Tirkiyeyê Nêçîrvan Barzanî 6. civata encûmena hikûmetê kombû û wek serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser hevdîtinê xwe zanyarî da wezîran. Barzanî da zanîn ku wan û Tirkiyeyê li ser wekirina du deriyê sînor yên nû li hevkiriye û ji bo veguhestina petrola xam ya heremê ji bo Tirkiyeyê jî peymanên nû hate nîqaşkirin ku dê hefteya pêşiya me heyetên her du aliyan bicivin.

Tê zanîn ku Tirkiye piştî 2005’an veguhestina petrola xam ya herêma Kurdistanê rawestandibû. Ji nû ve veguhestina petrola xam ya heremê wê bazara di navbera heremê û Tirkiyeyê de ku niha salê nêzîkî 17 milyar dolare wê zêdetir bike. Gelek çavdêrên siyasî wê bandoriya Tirkiyeya ya li ser herêmê neyînî dibînin û wê wek dagirkirina aborî ya yek alî dibînin.