Tîma Kurdistanê bû şampiyonê VIVA’yê

Tîma Kurdistanê bû şampiyonê VIVA’yê

Tîma Kurdistanê ya Herêma Kurdistanê di Kûpaya VIVA ya Cîhanê de li hemberî Qibrisa Bakûr (Qibrisa Tirkan) 2-1 bi ser ket û bû şampiyon.

Di 9’ê hezîranê de Tîma Kurdistanê di çarçoveya Kûpaya VIVA ya navneteweyî de li statuyoma Franso Hererî ya Hewlêrê hat beramberê Tîma Qibrisê. Lîstokên şampiyona Kûpaya Cîhanî ya VIVA bi beşdariya 9 tîmên navneteweyî li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê hat lidarxistin.

Herêma Kurdistanê gola yekemîn bi penaltiyê û gola duwemîn jî ji aliyê lîstokvanê Kurd Herdî Siyamend ve hat avêtin. Di beşa yekemîn de jî parêzvanê Tîma Kurdistanê Şêrzad Hesen bi xeletî golek avê qeleya xwe.

Bi vî awayî Herêma Kurdistanê cara yekemîn bû Şampiyonê VIVA’yê. Beriya niha Herêma Kurdistanê sê caran beşdarî vê kupayê bûye, du caran bû duwemîn û carek jî bibû sêyemîn.

Kûpaya VIVA bi beşdariya neteweyên ku otomon in û serxwebûna wan bi fermî nehatine naskirin beşdar dibin û ji aliyê NY’yê ve tê amadekirin.