Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn û Parlementerê AKP’ê yê Rihayê û Wezîrê Xebatê Farûk Çelîk li Girtîgeha Riha ya ku 13 girtî têde şewitîn û jiyana xwe ji dest dan lêkolîn pêk anîn. Ergîn got; “ Li girtîgehê tedîlat hebû û girtiyên li beşên ku tedîlat lê dihat kirin veguhestibûn beşên din, ji ber wê jî tengasî hebûn.”
Wezîrê Dadê yê Tirk Ergîn û diyar kir ku dê piştî aşkerekirin nasnameyan cenazeyan bidin malbatan û navên kesên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir: Şukru Uldes, FuatYildiz, Sinan Ozalp, Mehmet Satış, Suphi Köksal, Yunus Eskili, Mehmet Emin Gerçek, Hiseyin Kiskaç, Mehmet Kemal Kiliç, Taner Şimşek, Bakır Tek, Mehmet Aslantay, Îbrahim Halil Kaya.
Ergîn got ku 5 girtî birîndar bûne, 4 ên din jî ji nexweşxaneyê hatine derxistin. Ergîn diyar kir ku dê girtî piştî dermankirinê hevdîtin bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne û got ku dê piştre jî hevdîtinên servekirî pêk bînin.
Wezîr Ergîn diyar kir ku wana der barê mijarê de lêpirsînd aye destpêkirin. Ergîn destnîşan kir ku li girtîgehên seranserê Tirkiyeyê pirsgirêka kapasîteyê heye û got ku girtîgehên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê (Bakûrê Kurdistanê) ji yên din tijetir in. Ergîn diyar kir ku ew ê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê 1196 girtîgehên nû çêbikin.
Ergîn got ku Girtîgeha Rihayê xwedî rewşeke taybet e û ragihand ku kapasîteya wê 600 kes e.
Lê niha di Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ya ku kapasîteya wê 600 e, 1200 girtî dimînin. Hatibû diyarkirin ku girtiyan li hemberî vê yekê îsyan kirin û livînên xwe şewitandin.