Şirnex bi erdhejên paşing diheje

Şirnex bi erdhejên paşing diheje

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirxenê piştî erdhêja meznahiya wê 5.5 bû, paşîngên ku ya herî 3.9 û bi giştî 5 heb pêk hatin. Li gorî agahiyên pêşî wendahiya can tune û di encama erdhêjê de gelek kes daketina kolanan û şaredariyê jî bang li gel kir ku bila neçin hindirê xaniyên xwe.

Li gundê Îkîzce ya Şirnexê 4.0, li gundê Pinaronu ya Silopiy3e jî 5.5 erdhêj pêk hat. Piştî her du erdhêjan herêm hê jî didome. piştî her du erdhêjan li gundên Îkîzce 2.8, li gundê deler 3.6 û 3.2, li gundê Topte 2.6 û gundê Yenîkoya Sîlopiyê jî 3.9 erdhêjên paşing pêk hatin.

ERDHÊJ BÛ SEDEMA TIRS Û XOFÊ

Di encama erdhêja mezin de li Cizîr, Şirnex, Îdîl, Qilaban û Elkê gel malên xwe terk kirin. kesên li nexweşxaneyan tedawî dibûnjî ji ber hêza erdhêjê xwe avêtin derve. Gel niha li kolan û cadeyan radiwestn. Heta niha tu wendahiya can tuen. Hate hînbûn kul i gundÊ Pinar a Sîlopiyê û gundên din hin xanî derizîne. Her wiha minareya Mizgefta Vakîf ya Şirnexê jî zirar dît.

Ji bandora erdhêjê re kesekî xwe ji xaniyê malê de avêt û birîndar bû. Hate zanîn ku kesê birîdar bûye rakirine nexweşxaneya dewletê ya Sîlopiyê.

Li aliyê din hemû şaredariyê herêm bag li gel kir ku bila gel neçin malê xwe û bi anonsan hişyar kirin. Nexweşxaneya dewletê ya Sîlopiyê jî ji şaredariya Sîlopiyê daxwaza konan kir.

LI NEXWEŞXANEYÊ GENGEŞÎ

Nexweşên li nexweşxaneya Sîlopiyê tedawî didîtin ji odeyên wan hatin derxistin û li baxçeyê nexweşxaneyê bi cih kirin. fikara nexweşên ku li qada vekirî tên tedawî kirin didome.

ÊRÎŞÊ ROJNAMEGERAN KIRIN

Rojnameger Velat Ozer û Sabahattîn Koyun jî ku li cihê nexweş lê bûn dîmen digirtin, ji aliyê peywirdarên ewlehiyê ya nexweşxaneyê hatin astengkirin. Hate zanîn ku pewyirdaran gotiye; “Em destûrê nadin hun vê rezaleta me bikişînin.” Ligel vê hate zanîn ku polîsên li nexweşxaneyê jî peywirdar bû êrîşê rojnamgeran kirine. Dema ku Ozer û Koyuncu diketin wesayîta xwe dîsa rastî êrîşa peywirdaran bûne û hatine derbkirin.

ELEKTÎRÎK HATIN QUTKIRIN

Ji saetên serê sibê şûnde bi bandora erdhêjê re li Şirnex û derdora wê elektîrîk hate qutkirin û di şebekeyên telefonan de jî astengî çêbûye.

AFAD: WENDAHIYA CAN Û MAL TUNE

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) diyar kir ku di erdhêja 5.5 a li Silopiyê pêk hatiye de wendahiya can tune. AFAD’ê da zanîn ku ji bo tedbîrê ekîbeke ji 10 kesan pêk tê ji Midûriyeta Rewşên Lezgîn û Afetê ya Wanê şandine hermê.