Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

Mazlum-Derê bi tevlibûn şaxên xwe li Qada Deriyê Çiyê bi wesîleya 87’emîn salvegera darvekirina yek ji pêşengên serhildanên Kurdan Şêx Seîd û 46 hevalên wî daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Daxuyaniya ku qada Deriyê Çiyê ya Amedê hate dayîn de Unsal axivî û diyar kir ku Şêx Seîd û 46 hevalên xwe 87 sal berê îro hatine darvekirin.

Serokê gitşî yê Mazlum-Derê Ahmet Faruk Unsal desnîşan kir ku ew dixwazin cihên goristan Şêx Saîd derkeve holê.

Unsal wiha got: “Em Şêx Saîd û 46 hevalên wî bibîrtînin. Dema Şêx Seîd diçû ser sêdarê wiha gotibû; Ez ne ku ji ber hun min bi van daran ve didaliqînin xemgîn im. Ez ji bo îslam û gelê xwe rabûm ser piyan. Bes bila neviyên min me li hemberî neyaran fedîkar dernexîne.’ Em jî wekî neviyên wî dê doza vî gelî her tim bişopînin û ji bo pişgiriyê bidin doza wan li vê derê. Di serhildanê de nêzî 600 kesî hatin daliqandin. Gund û bajar hatin şewitandin. Bi hezaran kes hatin surgunkirin. Em daxwaz dikinku cihê goristana Şêx Seîd derkeve holê. Hewl didin ku bi wendakirina cihê goristana wî têkoşînê jî asteng biki. Lê dê ne wisa be. Em wekî neviyên Şêx Seîd li hemberî dijmin dê stu neteînin û riya wî bişopînin.”

Piştre li ser navê Mazlum- Derê serokê Saxa Mazlum Der a Amedê Abdurrahîm Ay jî got ew Şêx Seîd û 46 hevalên wî bibîrtîn ku got ligel k udi ser şehadeta wan re 87 sal derbas bûye jî nizanin cenaze li ku derê hatiye definkirin.

Piştî daxuyaniyê girse belav bû.