Şêx Îdrîsê Bedlîsî an Piyer Loti?

Şêx Îdrîsê Bedlîsî an Piyer Loti?

Parlementerê AKP’ê yê Bedlîsê û serokê şîrketên Kîlerê, Vahît Kîler, di pêşnûmeya da de xwest li şûna navê “Piyer Loti, navê Îdrîsê Bedlîsî bê danîn”. Gotûbêjên der barê vê pêşnûmeyê de berdewam dikin. Lê tişta balkêş ew e ku navê avahiya Kiler a di ware mezintiyê de li Ewropayê di rêza duwemîn de ye, “Sapphire”

Helbestkar-nivîskar Piyer Loti ku weke dostê Tirkan tê zanîn, navê wî li girek ê li Halîça Eyup a Stenbolê hatiye kirin û Loti ji ber ku hezkiriya xwe li Stenbolê nas dike, ji Stenbolê pir hez dike û beşek mezin a jiyana xwe li vir derbas dike. Ji ber navê Piyer Lotî bi hezaran turîstên Frensî salane tên serdana vê derê.

Parlementerê AKP’ê yê Bedlîsê guhertina navê Piyer Loti anî rojeva Meclîsê. Serokê koma şîrketên Kîler Vahît Kîler û parlementerê AKP’ê yê Bedlîsê, xwest navê Piyer were rakirin û li şûna wî navê hemşehriyê wî Şêx Îdrîsê Bedlîsê yê ku di dîroka Kurdan de weke “xayîn û cehş” tê binavkirin, bê danîn.

Îdrîsê Bedlîsî bi berhema xwe ya bi navê “Heşt Biheşt” tê bîranîn. Yanî bi berhema xwe ya ku pesnê 8 padîşahên Osmaniyan dide û di qetilkirina elewiyan de jî rol digire û wana weke “gawir” bi nav dike.

Heta niha jî gorra Îdrîsê Beldîsî yê ku di dîroka Kurdan de cih girtiye, li Eyûpa Stenbolê ye, tê gotin ku di sala 1452 de li Bedlîsê ji dayîk bûye.

Piştî Şah Îsmaîl dewleta Akkoyûnlûyê tê dibe, Îdrîsê Bedlîsê tê Stenbolê û di koçikên Osmaniyan de dest bi nivîsandina dîrokê dike. Berhema xwe ya navdar a ku têde pesnê 8 padîşahên Osmaniyan dide “8 Beheşt” li vir dinivîsîne.

Piştî mirina Bayazitê 2’yemîn, dibe şêwirmendê kurê wî Yavus Sûltan Selîm. Tevî Yavûz Sûltan Selîm beşdarî şerê Çaldêran dibin.

Di sala 1526’ê de li dijî Şah Îsmaîl li aliyê Yavûz Sûltan Selîm cih digire û 16 eşîretên mezin ên Kurdan razî dike û wana tîne gel Osmaniyan û li dijî Şah Îsmaîl dide şerkirin. Bi xêra Şêx Îdrîsê Bedlîsî Sefewî bin dikevin.

Piştî ji “belaya” Sefewiyan rizgar dibe, vê care ji ser navê eşîretên Kurdan ji Sûltan Selîmê Osmanî re nameyek bi navê “Ariza” (xwestek) dişîne û ji bo qetilkirina elewiyan alîkarî dixwaze.

Şêx Îdrîsê Bedlîsî ku begên Kurdan tîne cem hev û wana ji bo qetilkirina Qizilbaşên elewî razî dike, di pirtûka xwe ya bi navê “Selîmname” ya bi Farsî nivîsandiye de dibêje ku ew wana ji bo Anatolyayê ji Qizilbaş (elewî) û Tirkmenan paqij bikin, sond xwariye û behsa kuştina di navbera 40-70 hezar Qizilbaşan (elewiyan) dike.

Xwediyê Şîrketa Kîlerê, ku niha dixwaze li navê Şêx Îdrîsê Bedlîsî li şûna navê Piyer Loti bê danîn beriya 15 salan ji ber deynan ji Bedlîsê reviya. Piştî desthilatiya AKP’ê marketên Kîler ava kir û dewlemend bû. Şîrketa Kîler di dema desthilatiya AKP’ê de ji sedî 35 mezin bû.

Koma Kîlerê bi heman awayî Kargeha Şekir a Kutahyayê ku bihayê wê 37 milyon dolar e, bi 23 milyon û 820 dolarî kirî. Vahît Kîler jî niha jî komîsyona Hewla Aborî ya Gelemperiyê ya Meclîsa Tirkiyeyê de cih digire û bi xêra vê yekê jî desthilatiya AKP’ê ji komên şîrketa sûd werdigire. Kîler dibêje ku navê Piyer Loti “navê kaviran tîne bîra mirov”, û dixwaze li şûna wê navê Şêx Îdrîsê Bedlîsî yê ku di dîroka Kurdan de weke “xayîn û cehş” tê naskirin bê danîn.

Navê duwemîn avahiya herî bilind a li Ewropayê ya Vahît Kîler 'Sapphire' ye.

Ango bi gotina wî ew jî navê “kafiran” e…