Dadgehek Filistînî ya ku sucên ‘gendeliyê’ (nelirêtî) didarizîne, şêwirmendê bi eslê xwe Kurd ê Serokê berê yê Filistînê Yasir Erefat bi hinceta “bi milyonan dolar li ser navê xwe tomar kiriye” tawanbar kir. Şêwirmendê Kurd vê sucdarkirina dadgehê red kir û diyar kir ku rêveberiya Mehmûd Ebas li hemberî hevgirtinên siyasî yên Yasir Erefat dest bi nêçîrê kiriye.
15 sal cezayê girtîgehê li Mehmûd Reşîd û du karsazan hat birîn. Ev biryar roja pênçşemê hat aşkerekirin. Mihemed Reşîd ê ji Başûrê Kurdistanê 10 salan bibû şêwirmendê Erefat ê aboriyê.