Şemzînan di bin topbaranê de ye!

Şemzînan di bin topbaranê de ye!

Balefirên artêşa Tirk gundikên Kêlyaspî, Gewriyazî, Serebêde, Kanîbûtkê yên girêdayî gundê Nehrî û gundê Şapatanê ser bi Şemzînana Colemêrgê ve dane ber bombeyan. Hate ragihandin ku, li herêmê ti operasyon nînin.

Li herêmên gundikê Xaranî, Gewriyazî, Kêlyaspî, Serebêde û Kanîbûtkê yên girêdayî gundê Nehrî û li gundê Şapatan ser bi Şemzînana Colemêrgê ve ku ev hefteyeke pevçûnên dijwar di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de derdikevin, balefirên artêşa Tirk ev herêm bombebaran kirin.

Li gel bombebarana balefiran, 34’mîn Tûgaya Sînor û 3’mîn Tabûra Komando ya Teqtîka Çiya bi obus û hewana çiyayê Efkar û Goman topbaran dikin. Dîsan ji duh şev heya niha herêmên Navrezî, Romonos û Nêrkûla bi topên hewana, gir û çiyayên derdora navenda navçeyê jî bi tank û topan têne topbaran kirin.

Li navenda navçeyê jî polîsan heya sibehê çek teqandin. Bombebaran bo sedem ku di nava gel de diltirsî çêbibe.

Li aliyê din agirê ku li herêmên daristanî derketî didome, hate ragihandn ku, erdê 24 donum yê sêvan jî hatiye bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku, ketin û derketinên bajarokê Rûbarokê jî hatine qedexekirin û gundî ji ber bombebaranê nikarin biçin gundên xwe.

Her wiha li navçeyê liv û tevgera hewayî didome.