Şaxa KURDÎ-DER’a Semsûrê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di konrgreyê de Şerîf Yilmaz ji nû ve wekî serok hate hilbijartin. Yilmaz di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya zimanê kurdî.
Şaxa KURDÎ-DER’a Semsûrê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li salona Platforma Şaxên KESK'ê li dar xist. Di kongreyê de pankarta "Bi kurdî biaxifin, bi kurdî binivîsin, em bi zimanê kurdî perwerdehiyê dixwazin" hatin vekirin. Di kongreya ku rêvebir û nûnerên Komaleya Çanda Pîr Sûltan Abdal, YAKAY-DER, ÎHD, Egîtîm Sen û Rêxistina BDP'a bajêr beşdar bûn, bi rêz girtinê destpê kir. Di kongreya ku Serokê Giştî ya KURDÎ-DER'ê Bûrhan Zoroglû wekî serokê dîwanê hate hilbijartin de Zoroglû axavî û da zanîn ku civak li hemberî dagirkeriyê her tim li ber xwe dane û pirsa
"Em çima giringiyê didin ziman?" pirsî. Zoroglû pirsa xwe bersivand û wiha got: "Zimanzan dibêjin 'Ziman dilê civakan e'. Civakên ku di nava dîrokê de zimanên xwe wenda kirine, têk diçin. Hêzên dagirker ji bo civakan tune bikin, xwestine zimanên wan tune bikin û bi wan bide ji bîr kirin."
Zogolû, diyar kir ku bi lîstik û înkaran zimanên gelan tê wenda kirin û gotina Celadet Elî Bedirxan ya 80 sal berê "Civakên ku di bin dagirkeriyên ne tenê bi 2 çekan dikarin li hemberî civakên dagirker biparêze. Yek dîn e yek jî ziman" bi bîr xist.
Piştî Zoroglu Serokê Şaxa KURDÎ-DER’a Semsûrê Şerîf Yilmaz axivî û diyar kir ku, ew li hemberê kesên ji bo zimanê kurdî ked daye wekî Osman Sebrî, Melayê Cizîrî, Baba Tahirê Uryan, Celadet Bedirxan û hwd. bejna xwe ditewîne. Yilmaz balkişand ser giringiya zimanê kurdî û destnîşan kir ku hewceye zimanê kurdî li hemû qadên jiyanê were jiyandin.
Piştî axaftinan raporên faliyet û malî hatin xwendin û pejirandin. Di hilbijartina ku bi yek lîsteyê pêk hat de Şerîf Yilmaz ji nû ve wekî serok hate hilbijartin.