Şaredariya Wanê: Kesên Kaya girtin dê pûşman bibin

Şaredariya Wanê: Kesên Kaya girtin dê pûşman bibin

Li Wanê piştî Şaredarê Wanê Bekir Kaya hate girtin hemû endamên Meclîsa Şaredariyê yên BDP'yî xebatên şaredariyê yên bajar berdewam dikin kontrol kirin. Li ser navê endamên meclîsê Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî axivî û wiha got: "Bila gumana gelê me tunebe kesên ji bo ev xebatê têk biçîn şaredarê me girtin dê pûşman bibin."

Endamên Meclîsa Şaredariya Wanê xebatên şaredariyê yên li bajar kontrol kirin. Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, alîkarên şaredar û endamên Meclîsa Şaredariyê yên BDP'yî tevlî bûn. Endamên meclîsê destpêkê xebatên li ser Riya Tuşba û taxa Buzhaneyê kontrol kirin û xwestin ku xebat bê navber berdewam bikin. Endamên meclîs li heman tax tevlî şîniyekê jî bûn. Melayê şînê spasî ji endamên meclîs kir û wiha got: "Ji li hemberî Bekîr Kaya tê kirin zilme." Endamên meclîsê pişt re çûn taxa Selîmbeyê û xebatên wir kontrol kirin. Wekîlê Şaredar Sabrî Abî li vir daxuyaniyek kin da û diyar kir ku xebatên niha tên kirin projeyên Şaredar Bekî Kaya ne û ev xebat dê bê navber berdewam bikin.

'DIXWAZIN XEBATAN TÊK BIBIN'

Abî, anî ziman ku operasyon bi armanca xebatên girîng ên li Wanê pêktên têk bibin pêk hat û wiha axivî: "Lê em li vir in. Ev xebatên me dê berdewam bikin û dê bi serkeftî jî bi dawî bibin. Şaredarê me Bekîr Kaya xebatên dê di sala 2012'yan de bikin ji raya giştî re parvekiribûn. Starta xebatên jî disa şaredarê me dabû. Em dê projeyên şaredarê me danîn ber me bi awayekî serkeftî pêk bînin û ya ji destê me bê em dê bikin." Abî, da zanîn ku xebat û proje wekî Kaya aşkarakirin dê bidomin û wiha pê de çû: "Em dê her roj bêtir bi hêz xebatên xwe bidomînin. Bila gumana gelê me tunebe. Em dê hemû xebatên şaredarê xwe Bekîr Kaya bi serkeftî bikin û bi dawî bikin. Em dê bi yekitiyê vê yekê bikin. Li Wanê tu kêmasî namînin. Kesên dixwastin van xebatan têk bibin dê têk biçin."

KEYAYÊ TAX PIŞTGIR DA

Keyayê taxa Buzhaneyê Hamdî Zengîn jî axivî û wiha got: "Em heta niha tu xebatên wisa li taxê xwe nedîtin. Ya li hemberî Şaredarê me Bekîr Kaya kirin zilm e xwedê qebûl neke. Şaredarê me bê cudahî li her aliyê bajar xebat dikirin. Li hemû taxên bajarê xebat pêk anîn. Em hemû bun şahidê vê xebatê. Kesên van xebatan nebînin kor in. Xebatên binesaziya taxê me ber bi dawîbûnê ve diçin." Welatiyê bi navê Ekrem Yagiz ê li taxa Selîmbey jî wiha got: "Ji ber ku şaredarê me Bekîr Kaya xebatên wisa mi me ra kirin ez gelek spasiyên xwe ji wî dikim. Ez 40 salin li vî taxî dirûnim lê min tu caran xebatên wisa nedîtin. Ez dixwazim demildest şaredarê me serbest bê berdan."