Şaredariya Qendîlê xizmetê pêşkêşê gel dike

Şaredariya Qendîlê xizmetê pêşkêşê gel dike

Şarederiya binarê Qendîlê di warê kar, xebat û xizmeta gel de bê navber xizmeta gelê herêma binarê Qendîlê dike.

Şaredariya bibarê Qendîlê ya ku di sala 2008’an de hatiya demezrandin, di sala 2009’an de bi awayekî fermî dest bi kar kiriye û hîn jî karê xwe berdewam dike. Weke pergal tevî şaredar û du cîgirên wî rêveberiya şaredariyê ji 7 kesan pêk tê.

Her wiha şaredariya Qendîlê ji 50 endamên meclîsê yên weke encûmen tê nasîn pêk tê, ev hemû jî di rêveberiya şaredariyê de cihê xwe digirin. Di bunya şarawaniyê de 4 qumisyon hene ku xwe bi rêxistin dikin, qumisyona perwerdê, ekolojî, tendurustî û qumisyona jin. Her wiha bi şaradariya Qendîlê ve girêdayî du komîte jî hene.

1-Komîteya civakî ev komîte ji 16 kesan pêk tê û yekser bi pirsgirêkên civakî yên di nav şêniyên Binarê Qedîlê de derdikevin re mijol dibe. Di henam demê de jî di hemû rewşan de weke şînî, kêfxweşî û di çareserkirina girsgirêkên ku di nava gel de rû didin de re jî mijol dibin.

2-Komîteya têkiliyên derve ev komîte ji 7 kesan pêk tê û yekser bi têkiliyên derve re mijol dibe. Ne tenê têkiliyên wan bi rêxistin, sazî û partiyên di kurdistanê de, lê belê ew di heman demê de di ber têkiliyên derveyî kurdistanê de jî berpirsyarin.

Bi qasî 75 gund bi şaredariya Binarê Qendîlê ve girêdayî ne, di her gundekî de jî endamekî meclîsa şaredariyê ku ji aliyê şêniyê gund ve hatî hilbijartin tê peyda kirin. Li gel vê jî di her gundekî de komîn hatine rêxistinkirin ku ev komîn tevî endamê meclîsê bi hemû pêdivî û pirsgirêkên şêniyê gundê xwe re mijûl dibin.

Di roja îro de li gel hemû kar û xebatên ku şaredariya Qendîlê bi rêve dibe daxweziya wê heye ku ji aliyê Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve fermî bibe li ser vê bingehî kar û xebatên berferh tên bi rêve birin.

Şêniyên herêmê ya her gundekî li gorî pêdiviyên xwe, pêşniyarên xwe ji endamê meclîsê re dibêjin an jî bi rapûrekê divivîsin. Endamê meclîsê jî van pêşniyaran ji aliyên peywendîdar re dişîne û wiha şaredariya binarê Qendîlê li ser daxwaz û pirsgirêkên gelê herêmê disekine.

Şaredariya binarê Qendîlê di nava salekê de karî ku gelek kar û barên herêmê pêk bîne. Ev bûye Sedem ku şêniyên herêmê ji şaredariya Qendîlê razî bin. Ji ber şaredariya Qendîlê hemû karên ku digire ser milê xwe yekser weke pêşniyar ji gel pêşketiye. Ev weke pergala dewletê nîne û ji jor ve kar nayê diyarkirin, lê belê berovajî pergala dewletê hemû kar ji gel û bi gel re bi rêve diçe.