Şaredarên Wanê îfadedayîna dozgeriya Tirk red kirin

Şaredarên Wanê îfadedayîna dozgeriya Tirk red kirin

Şaredar û rêveberên BDP'yê ku di operasyonan de hatibûn binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatibûn kirin, ji bo şermezarkirina bêhiqûqiyê îfadedayîna dozgerê Tirk red kirin.

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Seroka BDP'ya Wanê Mîhrîban Şah, Hevserokê berê ya BDP'ya Wanê û parêzerê Buroya Hiqûq a Asrin Prz. Cuneyt Canîş, Şaredara Elbakê Hecer Sarûhan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û Şaredarê berê ya Elbakê Îhsan Guler ku di encama operasyona çend roj berê li Wanê hatibû lidarxistin de hatibûn binçavkirin sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin. Şaredar û BDP'iyan ji bo pêkanîn û binçavkirinan şermezar bikin îfade nedan dozgeriyê.

Hate zanîn ku 6 kes ligel ku tu pirsên dozger nabersivînin jî dozger pirsên xwe dipirse.