Şaredarek din ê BDP’yî hat binçavkirin

Şaredarek din ê BDP’yî hat binçavkirin

Şaredarê bajarokê Gundikê Mellê ya navçeya Silopiya Şirnexê Sînan Uysal li Amedê li otêla lê dima hat binçavkirin.

Şaredarê bajarokê Gundikê Mellê ya navçeya Silopiya Şirnexê Sînan Uysal ku ji bo tevlî 2'yemîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî hatibû Amedê vê şeveqê saet di 05:00'an de li otêla Grand Bîrelê hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Uysal ji ber dozeke ku berê lê hatiye vekirin hatiye binçavkirin. Uysalê ku bi hinceta dê îfadeya wî bê girtin hat binçavkirin birin qereqola polîs a şehîtlîkê.