Şaredarê Wanê Kaya birin edliyeyê

Şaredarê Wanê Kaya birin edliyeyê

Ji kesên li Wanê di serdegirtina malan de hatin bincavkirin 6 kesên di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan a Wanê birin edliyeyê.

Ji 13 kesên li navenda Wanê û navçeyên Wanê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin jê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Seroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mîhrîban Şah, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê berê û Parêzerê Buroya Hiqûqê yê Asrinê Cuneyt Canîş, Şaredarê Elbakê Hecer Saruhan, Şaredarê Artêmêtanê Abdulkerîm Sayan û Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Karên îfadegirtina 6 kesan li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ya ku weke edliye tê bikaranîn dest pê kir.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê yê berê û endamê KCD'ê Dervîş Polat, Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbaxê Metîn Adugît, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erdîşê yê berê Velî Avci, Serokê Rêxisetina BDP'ê yê Qelqeliyê Yakup Almaç, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bêgiriyê Mehmet Şîrîn Yildiz û Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz hêj li midûriyeta polîsan tên ragirtin.