Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji peywirê hat girtin

Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji peywirê hat girtin

Wezareta Navxweyî ya Tirk bê ku li benda heyama îtîraza girtinê bimîne Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji peywira şaredariyê girtin.

Midûriyeta Giştî ya Îdareyên Herêmî ya Wezareta Navxweyî ay Tirk nivîsa ji peywirê bê girtin ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn re şand. Şahîn nivîs erê kir. Nivîsa bi îmzaya Wezîr Şahîn a ku ji Walîtiya Wanê re hate şandin de wiha hate gotin: "Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ji ber sûçdariya 'Endamê rêxistinê ye' ji ailyê 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Nobeder a Wanê ve di dîroka 10/06/2012'yan de û li gorî muzakereya gitinê ya jimareya lêpirsînê ya 2012/54'an hate girtin. Navê kesên navborî li gorî madeya 127'an a makezagonê ya firkeya 4'emîn guncaw e ku ji peywirê bê dûrxistin. Heke guncaw bê dîtin li gorî peywira Wezîrê Navxweyî û madeya 127'an a makezagonê ya firqeya 4'emîn a hejmara 5393'yan û zagona şaredariya ya madeya 47'an Şaredarê Wanê Bekîr Kaya bi tedbîra demî ji peywirê bê girtin biryar hate dayîn."

Waliyê Wanê jî di 14'ê hezarînê de ji Şaredariya Wanê re nivîs şand û diyar kri ku Şaredar Kaya ji peywirê hatiye dûrxistin. Ev biryar berî encama îtîraza girtinê ya parêzeran hate bû sedema guman û pirsan.

Di 7'ê hezîranê de li navenda Wanê û navçeyan polîsan bi ser gelek mal û navnîşanan de girtibû û 14 kes binçavkiribûn. Ji 14 kesan Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê yê berê û Parêzerê Buroya Hiqûqê yê Asrinê Cuneyt Canîş, Şaredarê Elbakê yê berê yê ku bi fermana Wezîrê Karên Hundir ji peywirê hate girtin Îhsan Guler, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bêgiriyê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbatê yê berê û Endamê KCD'ê Dervîş Polat, Şaredarê Atemêtanê Abdulkerîm Sayan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Ebexê Metîn Adugît, Serokê Rêxistina BDP'ê yê berê yê Erdîşê Velî Avci û Hesabgirê BDP'ê yê Bajar Halîs Çakir hatibûn girtin.

Rejîma AKP’ê bi taybet piştî serkeftian Kurdan a di hilbijartina 2009 de şaredarên BDP’ê kir hedef. Herî dawî di 22’ê nîsanê de Şaredarê bajaroka Dagpinar a navçeya Dîgor a Qersê Ayhan Erkmen ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirk ve ji peywirê hatibû dûrxistin.

35 ŞAREDARÊN KURD GIRTÎ NE

Îro 35 şaredarên Kurd û 6 parlementerên Kurd bi giştî zêdetirê 190 hilbijartiyên Kurd di girtîgehan de ne. Ev yek jî nîşan dide ku Tirkiye di warê girtina hilbijartiyan de mezintirîn girtîgeha li ser rûyê cîhanê ye. Tirkiye ne tenê di warê girtina hilbijartiyan de, di warê girtina rojnamevan, xwendekar, sendîkavan, parêzer, zarok û çalakên jinan de şampiyonê cîhanê ye. Bi taybet li hin bajarên mîna Şirnex, hema bêje yek hilbijartî li derve nemane, hemû girtî ne.