Şaredarê Gundikê Melê Uysal serbest hat berdan

Şaredarê Gundikê Melê Uysal serbest hat berdan

Şaredarê Gundikê Melê Sînan Uysal ku vê şeveqê li Amedê hatibû binçavkirin serbest hat berdan.

Şaredarê Gundikê Melê Sînan Uysal ku ji bo tevlî 2'emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî bibe çûbû Amedê û li otêla lê dima hat binçavkirin serbest hat berdan. Hat hînbûn ku Uysal bi hinceta ku tevlî daxuyaniya şermezarkirina operasyonên KCK'ê bûye hatibû binçavkirin. Uysal piştî sewqî edliyeya Amedê kirin xwest ku bi kurdî parastina xwe bike lê ji aliyê dadgehê ve ev daxwaza wî hat redkirin. Uysal ji aliyê dadgehê ve ji bo serbest bê darizandin serbest hat berdan.