Şaredarê BDP’ê Arslan qrîza dil derbaz kir

Şaredarê BDP’ê Arslan qrîza dil derbaz kir

Şaredarê BDP’a Ceylanpinarê Îsmaîl Arslan duh di demjimêrên şevê de, piştî li mala xwe qrîza dil derbazkir rakirin nexweşxaneyê.

Şaredarê Ceylanpinarê Îsmaîl Arslan duh şev li mala xwe ya Taxa Înkilabê qrîza dil derbaz kir û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinarê. Piştî mudaxeleya destpêkê, Arslan bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Rihayê. Arslanê ku rakirin beşa lezgîn hat hînbûn ku, rewşa Arslan başe û xeteriya jiyanê tuneye.