Şaredar Kaya: Ferman ji Atalay û Erdogan hat

Şaredar Kaya: Ferman ji Atalay û Erdogan hat

Serdegirtina mala Şaredarê Wanê Bekîr Kaya bi dawî bû. Kaya ku piştî serdegirtinê hate binçavkirin, diyar kir ku biryara derbarê binçavkirina wan ji aliyê Serokwezîr Erdogan û Alîkarê wî Beşîr Atalay ve hatiye dayîn.

Di serdegirtina bi ser malên şaredar, endam û rêvebirên BDP'ê de lêgerîna polîsan didome. Polîsan serê sibê bi ser mala Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ya li Taxa Halîl Aga de girtin û piştî lêgerîna ku 3 seatan lêgerîn bi dawî kirin. Kaya hate binçavkirin û birin avahiya prefabrîk ku wekî avahiya xîzmetê bikar tîne. Kaya dema ji mala wî derxistin, axivî û da zanîn ku biryara derbarê binçavkirina wan ji aliyê Serokwezîr Erdogan û alîkarê wî Beşîr Atalay ve hatiye girtin û wiha got: " Biryara der barê me de Erdogan û Atalay di televîzyonê de da." Kaya diyar kir ku ew hêvîdare Serokwezîr Erdogan û Wezîr Atalay di dema îfadedayîna wan de li wir amade be.

Kaya, birin avahiya xîzmetê ku dê li wir lêgerîn pêk bê.