Şandeya PYD û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku bi vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Başûrê Kurdistanê ne, çû serdana gora Mele Mistefa Barzanî ya li navçeya Barzanê.
Şandeya ku ji Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim û Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Ahmed û Evdilselam Mihemed pêk tê di çerçoveya bernameya xwe ya Başûrê Kurdistanê de çûn gundê Barzan û serdana gora Mele Mustefa Berzanî kir.
Li gundê Barzan nûnerê malabata Barzanî Xelat Berzanî şandeya Rojavayê Kurdistanê pêşwazî kir. Piştî ku heyetê desteyek gul danî ser gora Mele Mustefa Berzanî, Hevserokê Serokê PYD’ê Salih Mislim axaftinek kir. Di axaftina xwe de Mislim da diyarkirin ku destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin ji bo gelê Kurd pir girîng in û got ku ew jî li Rojavayê Kûrdistanê hewil didin ku mafê gelê Kurd bi dest bixin.
Mislim axaftina xwe got; "Bê guman berxwedana gundê Barzan pêre girêdayî derdorê û berxwedana gelê me yê leheng hişt ku em heya niha li ser piya bin, têbikoşin û bi zimanê xwe biaxifin. Me heya niha li Rojavayê Kurdistanê şoreş nekiriye û hikumet ava nekiriye. Ji bo Kurdan deskeftekî baş bi dest nexistiye. Lê ew çiruska azadiyê ku li Başûrê Kurdistanê hat vêxistin û deskeftiyên li vir hatine bidesxistin ji bo me dibe moral û hêviyên mezin. Em jî hêvî dikin ku di demek nêz de wek Herêma Kurdistanê şoreşa xwe bi ser bixin.”
Li ser navê malbata Barzanî Xelat Barzanî jî axaftinek kir û xêrhatina şandê kir. Barzanî got: “Em bi xêrhatina we dikin. Hatina we ji bo me cihê keyfxweşiyê ye. Pêwîste em hemû Kurd li dora şehîdê xwe kom bibin. Bi ked û berxwedana şehîdê Kurdistanê em îro li ser axa xwe bi rehetî dijîn em hêvî dikin ku hemû gelê Kurd jî di demek nêz de azad bibe.”
Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Ahmed jî da diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe gelek bedel dane û ji bo azadiya xwe bi dest bixe çi jê tê xwestin dike.
Şande piştî ku ji ser gora Mele Mustefa veqetiya çû serdana Gorristana Şehîdên Enfalê yê li Barzanê.