Şandeya PYD’ê çû serdana PÇDK’ê

Şandeya PYD’ê çû serdana PÇDK’ê

Şandeya PYD û Encûmea Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ji Hevserokên Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed, endamê Meclîsê Mihemed Reşo, ji endamên PYD’ê Cîhan Mihemed û Husên û Nûnerê PYD’ê yê Herêma Federal a Kurdistanê Husên Koçer pê tê, buroya Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) a li Kerkûkê ziyaret kirin. Şande ji aliyê Hevserokên PÇDK'ê Diyar Xerîb, Necîbe Omer, Endamê desteya Rêvebir a PÇDK'ê Hisên Kerkûkî Ebdulwehab Ehmet ve bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin

Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb xêrhatina heyetê kir û bal kişand li ser girîngiya xebatên meclîsa gel. Hevseroka Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed jî girîngiya peywendiyên di navbera Herêma Federal a Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û got; "Li rojavayê Kurdsitanê demekî bi hestiyar destpêkiriye. Şoreşek dijî. Em jî wekî parçeyek vê Şoreşê di nav vê şoreşê de dijîn em wekî Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê nêzî Kurdistanê be. Bi vê munasebetê me serdana Başûrê Kurdisanê kir.

Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer jî anî ziman ku serdana PYD’ê ya ji bo Herêma Federal a Kurdistanê dîsa ji bo bajarê Kerkûk û patiya wan gelek girîng e. Omer bal kişand li ser siyaseta ku li Suriyeyê tê birêve birin û destnîşan kir ku divê kurdên li Suriyeyê rêxistina xwe xurt bike.