Şandeya ji Rojavayê Kurdistanê ya ji Partiya Yekitiya Demokratîk ( PYD) û Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê pêk dihat li Silêmaniyê bi endamê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar re hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtin li avahiya Mekteba Siyasî ya Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistan (YNK) ya li Silêmaniyê pêk hat. Hevserokên Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed, endamê Meclîsê Mihemed Reşo, her wiha li ser navê PYD’ê jî Cîhan Mihemed û Husên û Nunerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Husên Koçer amade bûn, bi endamê Polîtburoya YNK Bextiyar Salih re hevdîtin pêk anîn.
Şandeya ji Rojavay Kurdistanê 37’emîn salvegera damezrandina YNK’ê pîroz kirin û di hevdîtinê de rewşa Sûriye û bi taybet jî Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Her wiha di hevdîtinê de yekitiya neteweyî ya di nava Kurdan de jî hat gotûbêjkirin.
Şandeya Rojavayê Kurdistanê li Silêmanî ye û dê hevdîtinên xwe yên li gel partiyên siyasî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê bidomînin.