Şahîn naçe Colemêrgê

Şahîn naçe Colemêrgê

Serokatiya Navendî ya AKP’ê ya Colemêrgê daxuyaniyek da û diyar ku Wezîrê Karê Hundir Îdrîs Naîm Şahîn tevli kongreya ku roja şemiyê pêk tê nabe.

Serokê AKP a Colemêrgê Abdulmecît Tarhan daxuyaniyek da û li gorî daxuyaniyê Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê Mehdî Eker, Wezîrê pêşveçûnê Cevdet Yilmaz, serokê Maliyê Mehmet Şîmşek, cigirê serokê Teşkîlata Navenda Giştî û parlamenterê Stenbolê Nureddîn Nebatî û paralmenterê Wanê Mustafa Bîlîcî tevli kongreyê dibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Îdrîs Naîm Şahîn tevli kongreyê nabe û nûçeyên derbarê hatina wî de jî derewan. Lê ya balkêş eve ku ev nûçe piştî ku duh li Colemêrgê bûyer pêk hatibûn û hatin derewandin û navên wan kesên tevli dibin hatin aşkerakirin.