Şahidên nepen ku di doza "KCK"'ê de bûn sedema girtina sedan siyasetmedarên kurd, niha di arşîvên dadgehê de şopa wan nayê dîtin. Piştî şahidê nepen "Agri Dagi" ji holê winda bû, niha jî di doza KCK'ê ya Nisêbînê de şahinê nepen ên bi navê "Kizılay, Tonga, 1 Nolu" di qeydên arşîvên polîs û darazê de nehat dîtin.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê, şahidê nepen ku nayên zanîn û hebûn û tunebûna wan nediyar e, her ku diçin deşîfre dibin û şopa wan winda dibe. Çend roj berê li Agirî derket holê ku şahidê nepen ê bi navê "Agri Dagi" ji holê winda bû, niha jî di arşîvên polîsan de şop û qeydên şahidên nepen ku bûne sedema girtina siyasetmedarên kurd. Rûniştina doza 26 siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê ya Nisêbînê tên darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di rûniştina dozê de skandalek din derket holê.
Du rûniştina berê de bersucan, diyar kirin ku polîsê bi navê Servet, ji wan xwest li Musa Aslan û Burhan bixin û perwerdehiya teqemeniyê û çekan nîşanî wan daye. Bersûcan, anîn ziman ku wan bi fermana polîs Servet gelek çalakî pêk anîn. Tekoşin Bulcan jî di îfadeya xwe de wiha got: "Ez xistim kemîna fihûqê. Ez hatim lîstika polîs û kontrgerîla. Ji min xwestin ez bi zayenda xwe zilaman bi xwe ve girêbidim û ez perwerde kirim. Polîsan xwest ez di nava BDP'ê û Azadiya Welat de cih bigirim. Polîs bi xwe xwest ku ez kevir bavêjim. Xwest ez di nava BDP'ê de civakê provoke bikim. Min jî wisa kir."
'DI ARŞÎVA ME DE ŞAHID TUNE'
Di rûniştina 7'emîn a doza KCK'ê de tiştê herî balkêş, dema dadgeh xwest ku îfadeya şahidê nepen bê stendin, derket holê ku kesekên bi vî rengî di arşîvan de tune. Di doza KCK'ê ku Edîtorê DÎHA'yê Tayip Temel jî tê darizandin derketibû holê ku şahidê nepen îfade li ser tu kesî nedaye û dema bi polîsan re sohbet dikir axaftina wî tev hatiye qeydkirin û wekî îfadeyê hatiye qebûlkirin. Niha jî 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê xwest di rûniştina Doza KCK'ê ya Nisêbînê de li şahidên nepen "Kizilay", "Tonga" û "1 Nolu Gizli Tanik" ji nûve guhdar bike. Lê Midûriyeta Polîsan diyar kir ku kesên bi vî rengî di arşîvan wan te tune ne. Midûriyeta Polîsan di nivîsa xwe ya fermi de diyar kir ku kesên behsa wan tê kirin di arşîv û qeydê wan de nehatiye dîtin.