Dewleta Tirk bi salane li hemberî gelê Kurd hemû rêbazên qirêj û kirêt bi kar tîne. Di sala 1998’ê de gerîlaya bi eslê xwe Alman Andrea Wolf a bi nasnavê Ronahî, li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve dîl hat girtin û hat înfazkirin. Ev bûyer çûbû ber destê dadgehên navneteweyî. Şahidê bûyerê Şerîf Firat ku wê demê fermandarê gerîlayan bû dibêje; “Ez amade me ku hemû agahiyên ez dizanim bidim dadgehê.”.
Fermandarê gerîlayan Şerîf Firat der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku Andrea Wolf gerîlayek bi eslê xwe Alman bû û got; “Ew bi ramana enternasyonalîstê tevlî nava refên gerîlayan bû. Bi vê peywir û berpirsyartiyê tevlî nava refên gerîlayan bibû. Dixwest bi hest û nêrînên xwe bibe gerîlayek rast a PKK’ê bû.”
“EZ Ê DI DADGEHÊ DE BIAXIVIM”
Firat diyar kir ku sê kes şahidên wê yekê ne ku Ronahî bê ku were darizandin, hatiye înfazkirin û got; “Ger rojek bê, sucên şer ên dewleta Tirk li dîwana dadgehê were darizandin, ez ê bibim şahidê vê bûyerê. Der barê mijarê de çi bizanim ez ê bêjim. Ez amade me ku bibim şahid. Ger ev şans bidin min, ez ê hemû tiştên ku dizanin bi dîwana dadê re parve bikim.”
Firat destnîşan kir ku sala 1998 salek pir zor û dijwar bû û diyar kir ku herî zêde dewleta Tirk xwest li herêma Elkê encam werbigire. Firat got; “Li Elkê liv û tevgerek pir mezin a leşkerî hebû û şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Hema bêje heval li her derê ketin nava şer. Heval Ronahî jî di nava vî şerî de cih girt.” Firat wiha behsa Andrea Wolf (Ronahî) kir:
“Ew li nêzî gundê Wanê Keleşê ketin şer. Şer ji serê sibê heta êvarê berdewam kir. Di wî şerî de gelek heval şehîd bûn û Hevala Ronahî jî dîl hate girtin. Ez jî nêzîkê cihê şer bûm. Em bi rêya bêtêlan dijmin dişopand. Dîlgirtina wê di nav dijmin de bû sedema nîqaşana. Digotin ‘Em wê bînin an jî înfaz bikin’. Ev gotûbêj bi qasî 10 deqeyan berdewam kir. Piştre ferman ji leşkeran hat. Nizanim ji kîjan fermandar hat. Lê tişta min ji bêtêlê bihîst, fermandar digot “Bila ne weke ya berê be.” Beriya wê jî gerîlayeke Alman a bi navê Eva Yunke ji aliyê dijmin ve dîl hatibû girtin. Fermandar behsa wê dikir û digot “bila weke wê nebe belaya serê me.” Ji bo nebe belaya serê wan, Ronahiyê înfaz kirin. Dijmin ji raya giştî re gotibû “Ew di şer de kuştî hatiye desteserkirin”. Ev bi temamî derew e. Di şer de nehat kuştin, dîl hat girtin û hat înfazkirin.
Firat diyar kir ku sê şahidên ji nêzîk ve yên bûyerê hene û wiha domand; “Her du yên din jî Xûrşîd û Şahîn bûn. Her du jî di şerên cûda de şehîd bûn. Dîsa hevala Zeyneb a ji Rojavayê Kurdistanê heye. Wê jî şahidî kiriye. Ew di dema şer de pir nêzîkê Ronahiyê bû. Hîna jî dijî. Ew teqez dikare bi berfirehtir beshsa bûyerê bike.”