Tevgera leşkerî zêde dibe

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk, bi lez û bez çêkirina qereqolên nû û tevgera operasyonî di demên dawî de bi awayekî balkêş zêde bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk, bi lez û bez çêkirina qereqolên nû û tevgera operasyonî di demên dawî de bi awayekî balkêş zêde bûne.

HPG'ê li ser mijarê ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Di 11'ê Tîrmehê saet di navbera 22:20 - 00:00 de li ser herêmên Avaşîn û Metîna balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker geriyane. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde bûye û dewam dike. Li gorî vê yekê; di 11'ê Tîrmehê saet di navbera 03:30 - 15:30 de li herêma Garê, heman rojê saet di navbera 17:30 - 19:30 de li herêma Zapê û xeta sînor, di 12'ê Tîrmehê (îro) saet di navbera 07:00 - 12:00 de li herêma Metîna bi pêgerên hewayî yên bê mirov re artêşa Tirk keşif kiriye.

Di 11'ê Tîrmehê saet di navbera 08:00 - 15:00 de li herêma başûrê Mûşê, heman rojê saet di navbera 09:00 - 18:00 de li qada Şehîd Remzî ya sêgoşeya Pasûr, Lice û Dara Hênê, ji saet 09:00 ê 11'ê Tîrmehê heta saet 11:00 ê 12'ê Tîrmehê li qada Xaçareş a navçeya Bedlîs Motkiyê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşfi kirine.

Di 11'ê Tîrmehê saet di 13:00 de li qada Şehîd Sîdar a li gundê Gulê yê navedan Erdexanê, bi beşdariya helîkopterên bi tîpa Skorksy ên artêşa T.C a dagirker re, operasyonek hatiye destpêkirin.

Di 11'ê Tîrmehê de hêzên me yên gerîla li hemberî 4 qemyonên ji bo berfirehkirina qereqolên li qada gundên Ebûbekira û Xerlul ên navçeya Sêrt Dihê bar dibir, çalakiyeke hişyariyê hatiye lidarxistin. Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk derketiye operasyonê. Di 12'ê Tîrmehê de, bi desteka cerdevanên gundên Şuxa, Beyrux, Kilik, Şuz, Rubarya ên Dihê, li qadên Besa û Bezinga operasyoneke nû hatiye destpêkirin. Di vê operasyonê de artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky 16 caran leşker û alavên leşkerî daniye qadên Besa Bezinga. Helîkopterên bi tîpa Kobra jî gule li qada Deriyê Osmanaga reşandine. Operasyon bi berfirehî dewam dike.

Ev 2 roj in artêşa T.C a dagirker, li ser rêya bendava Farqînê ya gundê Beşabê yê navçeya Amed Farqînê bendên kontrolê daniye û kontrola rê dike."