HPG’ê ragihand ku çalakiyên wan ên di çarçoveya tevgera gerîlayan a li navçeyên Şemizînan-Gever-Çelê hatine destpêkirin, berdewam dikin û der barê çalakiyên gerîlayan de agahî da. Her wiha ragihand ku di çalakiya li navçeya Nisêbînê hat lidarxistin de jî leşkerek hat kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê tevgera gerîlayan a li navçeyên Colemêrgê de agahiyên berfireh da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiya li Şemizînanê de 2 leşker hatine kuştin û got; “Di 13'ê Tebaxê de di saet 14.00'an de şantiyeke girêdayî balefirgeha Geverê ye 11 kemyon, dozerek û 17 telefon bi şewatê hatiye rûxandin
ÇALAKIYÊN HPG’Ê LI COLEMÊRGÊ DIDOMIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di çarçoveya tevgera ji aliyê gerîlayên me ve li xeta Şemzînan û Geverê tê lidarxistin de, di 13'ê Tebaxê de hin çalakî hatine lidarxistin. Di çarçoveya vê tevgerê de çalakiyên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin bi vî rengî ne;
Di 12'ê Tebaxê de di saet 21.30'an de li ser riya Şemzînan-Geverê li dijî nuqteya kontrolê ya polîsan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye.
Di 13'ê Tebaxê de di saet 16.00'an de li Şemzînanê Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, hedef bi awayekî bandor hatiye lêxistin. Piştî çalakiyê di navbera saet 18.00-24.00'an de li dijî navserên Garê, Girê Konserve, Geliyê Hecîbeg û rêzeçiyayên Karker ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di 13'ê Tebaxê de di saet 15.30'an de li Şemdînanê li dijî karwaneke leşkerî ber bi Rûbarokê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiya di navbera gundên Bêgirdê û Derkitê de hate lidarxistin, 2 leşker hatin kuştin leşkerek jî birîndar bûye. Herweha 2 wesayitên zirxî yên akrep jî derbe xwariye. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye. Di encama gulebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
11 KAMYON HATIN ŞEWITANDIN
Di 13'ê Tebaxê de di saet 14.00'an de şantiyeke girêdayî balefirgeha Geverê ye 11 kemyon, dozerek û 17 telefon bi şewatê hatiye rûxandin. 25 karkerên di vê avahîyê de xebat dimeşandin piştî civînê serberst hatine berdan.
Di 13'ê Tebaxê de di saet 17.30'an de helîkoptereke skorskyê ya dixwest ji hewa de xwe bigihîjîne qereqolên herêmê li herêma Salaraya Gerdiyayê de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de aqûbeta helîkopterê nehatiye zelalkirin.
LI NISÊBÎNÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 13'ê Tebaxê de di saet 18.20'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî Qereqola Herbê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”
LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ÊRÎŞ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîş û bombebarana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî agahî da û got;
“Ji 12'ê Tebaxê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêmên Geliyê Zap, Hînê, Helwesîs, Suwarê Benê û Garê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladîzê li dijî herêmên Xeregol, Mahîr Mîrzxo û Karker ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi hewan û obusan tên bombekirin. Êrîşên hewan û obusan hîn jî berdewam dike.”
LI QERSÊ OPERASYON
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 11'ê Tebaxê de li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî herêmên Karargah, Aşikdere û Gola Seyîdan ên bi ser Çemçê ne ji aliye artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.”