Kontrola gerîlayan a li navçeya Çelê ya Şemizînanê di roja 5’emîn de ye û çalakiyên gerîlayan didomin. Di çalakiya gerîlayan a li ser rêya Amed û Mêrdînê de wesayîtek hat rûxandin, li Qilabanê leşkerek hat kuştin û li Çelê jî 3 çalakî hatin lidarxistin.
Kontrola gerîlayên HPG’ê ya ji 23’yê tîrmehê ve li Şemizînanê dest pê kir, berdewam dike û kontrola gerîlayan a li navçeya Çelê û derdora wê jî di roja 5’emîn de ye.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê ‘Tevgera Gerîlayan’ a li Çelê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di 4'ê Tebaxê de li navçeya Çelêya Colemergê li çarçoveya qonaxa duyemîn a “operasyona şoreşgerî gerîlayên me” yê serweriya herêmê di dest xwe de digrin, hin çalakiyên din hate lidarxistin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di vê çarçovê de; di 9'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de li Çelê li dijî Qereqola Karataşê, di saet 13.00'an de jî li dijî Tabûra Êrîşê , di saet 15.00'an de jî li dijî Tabûra Serê Sêvê ji aliyê gerîlayên me 3 çalakiyên cuda hate lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor a van hedefan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehate zelalkirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Dijmin ê li herêmê tu tevgera wî nîne, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladizê li dijî herêma Xeregol, Mahîr Mîrzo, Çiyareş, Girê Angola û Gundê Spîndarokê bi hewan û obusan bombebaran kiriye. Di encama vê bombebaranê de şewata li Gundê Spîndarokê û Girê Angolayê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”
GERÎLAYAN RÊ NEBIRÎYE
Di daxuyaniyê der barê çalakiya gerîlayan a şevê din li ser rêya Amed-Mêrdînê hat pêkanîn de ev agahî hatin dayîn:
“ Di 9'ê Tebaxê de di saet 18.00'an de li ser riya Amed-Mêrdînê li dijî 3 wesayitên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarsxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita reo hatiye rûxandin, wesayita daggeyigî jî hatiye rûxandin. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Agahiya kontrolkirina rê ya di çapemeniya tirk de derbas dibe dûrî rastiyê ye. Herweha agahiyên gihîştiye dest me ji bo wesayita rûxiyaye neyê dîtîn, rê ji aliyê dijmin ji çûn û hatinê hatiye girtin.”
LI QILABANÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 9'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navçeaya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Girê Meymûn di navbera leşkerên artêşa “dagirker” a tirk û gerîlayan de pevçûnek qewimiye û got; “Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.”
Her wiha, di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 10'ê Tebaxê de (îro) di saetê beyanî de li navçeya Pulura Dersimê li dijî herêmên Yasak, Zarîk, Ýşikvuran û Mankurekê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê keşf û kemîn vedanê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”