TEV-DEM: Tu hêzek nikare pêşî têkoşîna gelê Kurd bigire

TEV-DEM: Tu hêzek nikare pêşî têkoşîna gelê Kurd bigire

Endamê Koosdînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Husên Çawîş ragihand ku li hemberî şoreşa azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şereke çapemeniyê tê meşandin û destnîşan kir ku ev şerê taybet bi pêşengiya dewleta Tirk û dostên wê pêk tê. Çawiş destnîşan kirk u dewleta Tirk hewl dide ku şer û nakokî têxe navbera Kurdan û Artêşa Azad a Sûriyeyê.

Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hin çapemeniyên herêmê û bi taybet jî çapemeniya Tirk êrîşê şoreşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê dike. Çawiş destnîşan kir ku mixabin hin dezgehên çapemeniyê yên Kurdan jî weke rejîma Tirkan tevdigerin û dijminahiya Kurdan dikin. Çawiş bal kişand ser xebatên Kurdan ên ji bo azadiyê û bi bîr xist ku Kurd niha li bajarên Kobanê, Efrîn, Dêrik û Amedê xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Çawiş got; “Niha jî çend dezgehên ragihandinê yên Kurdan bi awayeke yekser an jî ne yekser, dijberiya pêngavên ji bo Xweseriyê dikin û naxwazin Kurd xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibin. Gelê Kurd niha li bajarê Kobanî di asteke bilind de sîstema xwerêveberinê damezrandiye û li bajarên Efrîn, Dêrik û Amûdê jî di encama hewldanan de encamên baş hatine bidestxistin."

Husên Çawiş diyar kir ku gelê Kurd bi vîna xwe bajarên xwe parastiye û rê li ber aloziyan girtiye. Çawiş wiha berdewam kir; “Hin kes û alî hene ku ne pêwîst e em navên wan aşkere bikin, bi helwesta çapemeniya hikûmeta AKP’ê nêzîkê rewşa Rojavayê Kurdistanê dibin.”

DEWLETA TIRK NAXWAZE FIRSEND BIKEVE DESTÊ KURDAN

Endamên Koordînasyona TEV-DEMê Çawiş bal kişand ku hin alî dixwazin nakokî û alozî têxin navbera Kurdan û Ereban û got; “Li çapemeniya dewleta Tirk binêrin, wisa nîşan didin ku xelk dibêje qey li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şerek di navbera Kurdan û Ereban de heye. Dewleta Tirk bi tu awayî naxwaze firsendeke wiha dîrokî bikeve destê gelê Kurd û vê yekê jî weke xeteriya herî mezin li hemberî xwe dibîne. Lê mixabin hin dezgehên ragihandinê yên herêmî û çend kesayet bi zimanê çapemeniya Tirk nêzîkê rewşa Rojavayê Kurdistanê dibin û dijberiya avakirina sîstema Xweseriya Demokratîk ya gelê Kurd dikin.”

TU HÊZ NIKARE PÊŞÎ LI KURDAN BIGIRE

Çawiş destnîşan kir ku hin alî û derdor ji destpêkê ve naxwazin ku gelê Kurd sîstema xweseriyê bi dest bixin, lê piştre diyar bû ku tu hêzek nikare pêşî li girseya gelê Kurd bigire. "

Çawiş îdîayên çapemeniya Tirk ên der barê PKK’ê ku dibêje PKK’ê û rejîma Sûriyeyê li hev kirine, ji ber wê ev bajar ketine destên Kurdan, derwand û û diyar kir ku gelê Kurd li bajarên Kobanê, Efrîn, Dêrik û Amûdê bi vîna xwe ya azad rêveberiyê bi dest xistiye. Çawiş got; “Ev îdîayên wiha, propangandaya dijminên gelê Kurd e li hemberî gelê Kurd. Heta niha gelê Kurd şer nekiriye, tu tundî li hemberî tu baregehek de pêk neaniye. Gelê Kurd bi zextên siyasî bi ser baregeh û dezgehên Baasî de girtine. Kurdan bi temamî bi rêbazên aşitiyane û dest danîne ser rêberiyên van cihan. Weke min got, ji destpêkê ve hêzên rejîmê nedixwestin gelê Kurd bibe xwedî vîneke siyasî, lê êdî tu kes nikare îradeya gelê Kurd kontrol bike. Bi hewldanên xwe ber bi pêş ve diçe, ger pêwîst bike, gelê me weke li Qamişlo û Dêrikê jî qûrbanan bide.”

Çawiş got ku hêzên wan heta niha berê çekan nedane tu sivîlan û ragihand ku ew bi tu awayî destûra vê yekê nadin. Çawiş bal kişand ser Peymana Hewlêr jî û diyar kir ku ew bi her awayî dilsozê vê Peymana Hewlêrê ne û ew ê li gorî vê peymanê tevbigerin. Çawiş got; “Lê divê were zanîn gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber pêkneanîna hin xalên peymanê di pratîkê de, rexne li aliyê din ê peymanê dike.”

Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê keyfxweşî û dilxweşiya xwe ya ji bo bilindbûna ala Kurdan li Rojavayê Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku ew tu cûdahiyek naxin navbera tu rengan.