TEV-DEM: Hin partiyên Kurd bi rejîmê re dixebitin

TEV-DEM: Hin partiyên Kurd bi rejîmê re dixebitin

Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) bal kişand ser bûyera li Ezaza Efrînê ku 2 kes têde hatin kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bû û destnîşan kir ku di van demên dawiyê de gelek bûyer di nava gel de qewimîne û diyar kir ku dixwazin bi vê yekê tevgera me bikişînin nava şerekî navxweyî. TEV-DEM’ê got ku hin partiyên Kurd bi rejîma Esad re dixebitin, ji ber wê jî tu helwest li hemberî vê bûyerê nîşan nedane.

Di 1’ê tîrmehê de li navçeya Ezaz a Efrînê di encama êrîşa hêzên rejîma Beşar Esad de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn. Vê yekê rê li ber nerazîbûnên tund ên Kurdan vekir. Di 2’yê tîrmehê de,li navçeya Mabetî ya Efrînê bi hezaran kes bi ser avahiyên ewlekariyê yên rejîma Sûriyeyê de girtin û hêzên ewlekariyê qewitandin. Hat ragihandin ku Kurdan êrîşê navenda Baasê jî kirin û hemû karmendên wê ji bajêr derxistin.

Desteya Rêveber a Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) di daxuyaniya der barê mijarê de weşand de bal kişand ser bûyreên di van demên dawiyê de li Efrînê diqewimin û diyar kir ku di van rojan dawiyêde li nêzî navçeya Ezaza a di navbera Heleb û Efrînê de 2 Kurd ji aliyê leşkerên rejîma Sûriyeyê ve hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

TEV-DEM’ê got; “Pirsgikirêka Kurd yek ji pirsgirêkên stratejîk û girîng a Rojhilata Navîn e û bûye xaleke sereke ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê. Ji ber wê jî her kes dixwaze Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.” TEV-DEM’ê destnîşan kir ku di van demên dawiyê de gelek bûyer di nava gel de qewimîne û diyar kir ku dixwazin bi vê yekê tevgera me bikişînin nava şerekî navxweyî. TEV-DEM’ê got; “Dixwazin Kurdan bi van bûyerên weke yên li Kobanî û Efrînê qewimîn bînin beramberê hev.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 1’ê tîrmehê de hêzên rejîma Esad li navçeya Ezaz a Efrînê komkujiyeke din pêk anîn. Di vê komkujiyê de du kes hatin kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn. Lê hin aliyên ku xwe her tim bi kurdîyetê xwe didin pêş, tu daxuyaniyek di vî warî de nedan.

Ji ber wê em ji gelê xwe re dibêjin ku hûn rastiya van kesan û aliyan dizanin û niha dema ku aşkere bu çi di nav wan da heye û çi siyasetan nav xwe dimeşînin. Pirsgirêka gelê xwe ji bîr kirine û ya jêre tê plankirin dikin. Em di dibînin ku ew tu helwest nîşan nedane. Ji ber bi rejîmê re kar dikin û alîgirên wan in. Bi vê yekê dixwezin êrîşî tevgera me bikin ji bo ku rastiya xwe qirêj bişûn”.

“Tevgera me wê bi aweyek pir xurt li hemberî wan bisekine heyanî gel azad dibe û mafê xwe bi dest xwe da tîne û em ê can fedayê gele xwe bin”.