TEV-DEM: Gelê me dê destûrê nede lîstokên derdorên xêrnexwaz

TEV-DEM: Gelê me dê destûrê nede lîstokên derdorên xêrnexwaz

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi van gotinan balê dikşîne ser êrîşa hovane ya li dijî endamê rêxistina Komalên Ciwan Çekdar û destnîşan kir ku derdorên ji van êrîşan berpirsiyar armanca wan peydakirina şerê di navbera Kurdan de ye.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk derbarê êrîşa li bajarê Efrînê ku di encamê de endamê rêxistina Komalên Ciwan Çekdar jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku piştî belgeya bi dizî ya dewleta Tirk ji sefareta xwe ya Hewlêrê re şandî derket holê hin derdorên Kurd di çarçoveya vê belgeyê de li herêmên Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanya reşkirina tevgera azadiya Kurdistanê kirine û weha dewam dike:

"Di demên dawî de, hin derdorên Kurd li herêmên Rojava tevlîheviyan çêdikin. Bi armanca têkbirina tevgera me ev derdor pêşengiya kampanya reşkirinê dikin. Îşkenceya hovane ya li rêveberê rêxistina Komalên Ciwan Çekdar hatî kirin, careke din nîşan da ku ev dedor li gorî belgeya bi dizî ya dewleta Tirk tev digerin."

TEV-DEM’ê destnîşan kir ku di vê dema ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo mafên xwe bi dest bixe têkoşîneke bi rûmet dimeşîne, hin derdorên Kurd bi armanca peydakirina şerê di navbera Kurdan de di nava hewldanan de ne û weha got:

"Ev derdorên ku fersenda bidestxistina mafên gelê me têk dibin, bi êrîşên kirêt yên li dijî tevger û endamên me hewl didin îradeya me ya azad bişkînin. Êrîşa dawî ya li bajarê Efrînê jî, di çarçoveya planên hêzên Kurdistanê yên dagirker pêk hatiye."

TEV-DEM’ê bi bîr xist ku ew weke tevger ji bo serkeftina şoreşa azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê, wê têkoşîna xwe ya rewa li dijî rêjîmên dîktator û hemû cûreyên êrîşan navberê nedin berxwedanê.