Piştî lêpirsîna çar rojan îtîrafkar û cerdevan Hamît Yildirim ê ku tê îdîakirin ku tetîkkêşê cinayeta nivîskarê Kurd Mûsa Aneter e, şandin edliyeyê.
Îtîrafkarê berê û cerdevan Hamît Yildirim, çar roj berê li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê hatibû binçavkirin û anîbûn Amedê. Piştî lêpirsîna 4 rojan berdewam kir, Yildirim şandin edliyeyê. Hat diyarkirin ku karûbarên îfadedayîna li edliyeyê didome.