Tetîkkêş Yildirim dê 4 rojên din jî binçavan de be

Tetîkkêş Yildirim dê 4 rojên din jî binçavan de be

Tetîkkêşê kujerê Mûsa Anter û cerdevan Hemît Yildirm ku piştî 20 salan li Bajaroka Kumçati ya Şirnexê li mala wî hat girtin û anîn Amedê, lêpirsîna wî ya li Miduriyeta Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya Miduriyeta Polîsan ya Amedê didome.

Çav li rêye ku, Hamît Yildirm ne tenê di kuştina Mûsa Anter, ji kuştina Serokê Bajar yê HEP’ê Vedat Aydin û kuştinên herêmê yên kiryarên wan nediyar, her wiha endamê kontragêrîla Mahmût Yildirmê binasnav Yeşîl û kiryarên Jîtemê bên lêpirsîn.