Operasyonên qirkirina siyasî yên ku rejîma AKP’ê li hemberî rêveberî û endamên BDP’ê daye destpêkirin, bê navber berdewam dikin. Ji 1’ê gulanê ve 4 serokên bajaran ên BDP’ê li Kurdistanê hatin girtin.
Operasyonên rejîma AKP’ê bê navber berdewam dikin. Li gelek bajaran kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin bi temamî hatine girtin. Mînak, li Şirnexê tenê Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan maye
SEROKÊ BDP’YA ÇEWLIKÊ HAT GIRTIN
Serokê BDP’ya Çewlikê Halis Yurtsever, piştî ku duh hat binçavkirin, li dadgehê bi hinceta “Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan rabûye” hat girtin. Tevî Yurtsever Okan Biçak û Savaş Şahîn ên BDP’yî jî hatin girtin û şandin girtîgehê.
SEROKÊN BDP’YA MELETIYÊ DI GIRTÎGEHAN DE NE
Roja 29’ê gulanê jî li Mereşê, Serokê BDP’ya bajêr Metîn Gonulşen, Seroka BDP’ya Bazarcixê Ayşe Sonzamanci û Serokê BDP’ya Huseyîn Yildiz, bi hinceta endamên KCK’ê ne hatin girtin. Tevî serokên BDP’ya Meletiyê endamê BDP’yê Mahmut Aktaş hatin girtin û şandin girtîgehê.
LI RIHAYÊ RÊXISTINA BDP’Ê HEMÛ DI GIRTÎGEHÊ DE YE
Di 11’ê gulanê de, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Raye Taybet Amedê de hevserokên BDP’ya Rihayê Fatma Îzol û Mehmet Vûral, Serokê BDP’ya Wêranşarê Mehmet Halis Aktaş, Serokê BDP’ya Serê Kaniyê Îbrahim Oguri, Hevseroka BDP’ya Wêranşarê Bîrgul Ozkara bi giştî 16 kes hatin girtin.
DI DEMA TEDAWIYA KEMOTERAPIYÊ DE HAT GIRTIN
Serokê BDP’ya navçeya Panosa Agiriyê Ekrem Apak, dema di nexweşxaneyek a Edeneyê de dihat dermnakirin hat binçavkirin û tevî çar kesan hatin girtin.
JI BER AXAFTINA XWE HAT GIRTIN
Serokê BDP’ya navçeya Karaçoban a Erziromê Mehmet Tîklî, ji ber axaftina sala 2008 kir bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” bi 10 mehan cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, hat girtin û avêtin girtîgehê.
SEROKÊ BDP’YA ERDÎŞÊ HAT GIRTIN
Di 15’ê gulanê de, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Raye Taybet a Wanê ve dihat rêvebirin de Serokê BDP’ya Erdîşê Mehmet Siddik Geçer hat girtin. Tevî Geçer 12 kes bi hinceta “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.
NAVÇEYA MEHSERTÊ NEÇAR MA TEŞKÎLATA XWE JI NÛ VE AVA BIKE
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, di meha gulanê de, hemû endam û rêveberên BDP’ya navçeya Mehserta Mêrdînê hatin binçavkirin. Di encama operasyonan de tevî hevserokên navçeyê 29 kes hatin girtin.