Li Nisêbînê girtina rêvebir û şaredarên Wanê hat şermezarkirin. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan got; "AKP 4 projeyan bi rêve dibe. AKP hinekan dikuje, hinekan ji kar diavêje, hinekan dixe girtîgehan û bi hinekan re jî fesadiyê dike."
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê girtina rêvebirê û Şaredarên Wanê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî di nav de gelek kesên li ber Şaredariya Nisêbînê civiyan daxuyanî dan çapemeniyê.
Şaredara Nisêbînê Gokkan li vir daxuyanî da û got; "Ger dewletek dilşadiya mirovan naxwaze ew dewlet ne dewlet e. Ger li welatekê profesor, nivîskar, şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, xebatkar, sendîkavan, rojnamevan û parlementer girtî bin ew welat welateke wêranbûyî ye. Heke li vî welatî rûmet nemabe, wê demê rûmeta wê dewletê jî nemaye. Ev 8 meh in li Wanê erdhejek pêk hatiye û li wê derê mirov hatine girtin. Di tu dewlet, dîktatorî û padîşahiyê de ev yek pêk nehatiye. Kî ji bo edalet û mirovahiyê bixebite hema wî digire."