Temeşê ji aliyê polîsan ve birîndar bû çavê xwe winda kir

Temeşê ji aliyê polîsan ve birîndar bû çavê xwe winda kir

Veysî Ecer yê 19 salî ku di 23’ê Tirmehê de li mezraya Gulîzera ya Gundê Sariksî ya Ebexa Wanê ji aliyê leşkeran ve hatibû gulebarandin rewşa wî ber bi başiyê ve diçe. Murat Temeşê 33 salî ku di mudaxeleya polîsan ya li dijî girseya tevlî merasîma cenazeyê gêrîla HPG'ê Ferdane Kina (Şerda Gever) de bi bombeya gazê ji çavê xwe birîndar bibû, girane. Duh piştî emeliyata 5.5 demjimêran çavê xwe rastê winda kir û dermankirina wî di dome. Gêrîlayê HPG’ê Cîhan Yaşar, ku di 10’ê tebaxê de di pevçûnekî da birîndarî hate girtin jî di beşa Cerahiya Mêjû de dimîne.

Di 23'ê Tîrmehê de li mezraya Gulizarê yê gundê Sariksî yê Ebexa Wanê leşkeran ciwanê 19 salî Veysî Ecer bi guleyan birîndar kirbû. Piştî ku Ecer gelek caran ket beşa komayê û di wê beşê de ma herî dawî beriya çend rojan rewşa wî ber bi başbûnê ve çû û derxistin serwîsa asayî. Ecer, niha li serwîsa asayî tê dermankirin û bijîşka ji malbatê re daye zanîn ku rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe. Di derheqê bûyerê de heta niha leşkerî li xwe mikur ne hatiye û bi malbatê re hevdîtin nekiriye.

TEMEŞ ÇAVÊ XWE YÊ RASTÊ WINDA KIR

5 roj berê karkerê înşatê Murat Temeşê 33 salî di mudaxeleya polîsan ya li dijî girseya tevlî merasîma cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ferdane Kina (Şerda Gever) de bi bombeya gazê ji çavê xwe birîndar bibû û bi korbûnêre rû bi rû bû. Temeş ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê piştre ji ber ku rewşa wî giranê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê kiribûn. Temeş di serwîsa Cerahiya Mêjû de dihat dermankirin û rewşa wî giran bû.

Piştî ku Temeş piştî 4 rojan hildan emeliyatê 5 demjimêran û nîv tê de hate hiştin. Temeş ji çav, mêjî û pozê xwe hate emeliyat kirin. Piştî ku Temeş ji emeliyatê derket hate hînbûn ku çavê xwe rastê winda kiriye. Bijîşkan ji malbatê re gotiye ku îhtîmala dîtinê ya asta bilind ji sedî 10’e û ya herî kêm jî ji sedî 1’e. Niha jî Temeş, di beşa Cerahiya Mêjî de tê dermankirin û dikare bi axive. Rewşa wî ji ya rojên din baştir bûye.

YAŞAR HÊJ LI NEXWEŞXANÊ TÊ DERMANKIRIN

Di 10’ê Tebaxê de li navçeya Elbaka Wanê di navbera gêrîlayê HPG’ê û leşkeran de şer qewimî bû. Di bûyerê de gêrîlayê HPG'ê Cîhan Yaşar ye bi giranî birîndar bûbû û wî bi awayekî dîl girtî rakiribûn Nexweşxana Perwerdê û Lêkolînê ya Herêma Wanê. piştî ku Yaşar ji zik û çonga xwe hate emeliyat kirin wî xistibûn odeya mehkûma ya Nexweşxanê. Hate hînbûn ku îro parezerê Yaşar û dozger ji bo îfade sitandina wî çûne Nexweşxanê. Nayê zanîn ku dê di derbarê Yaşar de çi biryar bê aşkerekirin. Yaşar li nexweşxanê dermankirina wî di dome.