Têkildarî komkujiyê agahiyên hatine zelalkirin
Nasnameya 6 welatiyên di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane aşkera bû û hejmara şehîdan jî gihişt 8’an.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê saet 04.00’an gundê Zergele yê li Qendîlê bombebaran kirin û komkujî pêk anîn. Di encamê de 8 welatiyên sivîl şehîd bûn û derdorê 15 sivîl jî birîndar bûn. Berî niha hatibû gotin ku Mihemed Emîn jiyana xwe ji dest daye, li gor agahdariyên ketine destê me Mihemed Emîn birîndar e.
Li gor agahdariyên dawî nasnameya kesên di komkujiya gundê Zergele de jiyana xwe ji dest dane wiha ye; Salih Mihemed Emîn, Karox Mihemed Emîn, Heybet Mihemed Emîn, Eyşê Xidir, Abdullah Qadir û Necîb Rojhilat. Hê jî nasnameya 2 welatiyên din ên şehîd bûne, nehatiye zelalkirin.
Welatiyên di komkujiyê de birîndar bûne, ji bo nexweşxaneya Soran û Hewlêrê hatin veguhestin.